Pêdiviya Nexweşxaneya Xanesorê bi doktoran heye
- 11:28 2 Mijdar 2017
- Rojane
Delîla Axîn/Alham
ŞENGAL - Li bajarokê Xanesorê yê Şengalê berî bi 5 hefteyan nexweşxaneya bi navê Şehîdên Xanesorê hat vekirin. Nexweşxaneya ku li gel hemû kêmasiyan xwebata xwe berdewam dike pêdiviya wê bi doktoran heye.
Berî bi penc mehan li bajarokê Xansûrê nexweşxaneya bi navê Şehîdên Xanesorê hat vekirin. Nexweşxaneya ku tenê doktorek lê heye li gel hemû zahmetiyan di xizmeta gel de ye. Doktora nexweşxaneyê Aveşîn Hez ku bi tena xwe li nexweşxaneyê doktoriyê dike derbarê nexweşxaneyê de ji me re axivî û wiha got: "Ev penc mihe ku me ev nexweşxane vekiriye. Beriya ku em vê nexweşxaneyê vekin me li çiyayê sardeşta ê Şengalê xebata xwe berdewam dikir. Lê niha nexweşxaneyek me heye û em di xizmeta gel de ne lê pêdiviya me bi doktoran heye."
Aveşîn diyar kir ku nexweşên serî li nexweşxaneyê didin zêde ne û ev tişt got: "Nexweş zêde tên em hewl didin ku pirsgirêka wan çareser bikin. Lê ji ber ku doktor li nexweşxaneyê tune ne ez bi tena serê xwe hewl didim ku ji nexweşan re bibim çareserî. Ji hemû beşan nexweş hene. Divê ku doktorên beşên nexweşiyan hebin li nexweşxaneyê, lê ji ber ku tune ne hewl didim ji bo hemû nexweşiyan bibim çareserî. Pêdiviya me bi doktorên beşên cuda heye."
Avaşîn bang li doktoran kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi taybetî di vê demê de pêdiviya gelê Şengalê bi doktor û nexweşxaneyan heye. Ez bang li doktorên Şengalî dikim ku vegerin ser axa xwe û bikevin xizmeta gelê xwe. Ji ber ku pêwistiya gel bi doktoran heye."
Nexweşa bi navê Şîrin Daxil ku li nexweşxaneyê tê dermankirin jî wiha got: "Ez ji gundê Duhîla me piştî fermanê em çûn başûrê Kurdistanê. Piştre em vegeriyan Şengalê .Heta niha gundê me nehatiye paqijkirin û ev qirêjiya li gund dibe sedem ku herî zêde zarok nexweş bikevin. Ji ber ku doktor li gundê me nebû ez hatim vê nexweşxaneyê û ji ber ku li vir têm dermankrin gelek kêfxweşim."








