Atîfe Tacîk a nexweşa penceşêrê ji bo dermankirinê hat berdan
- 13:57 20 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî Atîfe Tacîk ya 48 salî ku nexweşa penceşêra hestîmar e, piştî ku kefalet ji bo wê hat dayîn, ji bo betlaneya dermankirinê şandin malê.
Girtiya siyasî Atîfe Tacîk ya 48 salî ku bi penceşêra hestîmar ketiye, duh ji girtîgeha Qerçek a Veramînê ji bo betlaneya dermankirinê şandin malê.
Atîfe Tacîk ji bajarê Veramînê ye û dayîka kurekî 22 salî ye. Piştî dayîna kefaletê, wê ji bo betlaneya dermankirinê şandin malê. Atîfe ji 1'ê Nîsana îsal ve girtî ye. Şaxa 26'an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, bi serokatiya dadger Îman Efşarî, bi sûcdariyên destekkirina welatê Îsraîlê û propagandaya li dijî rejîmê. 5 sal û mehek cezayê girtîgehê li Atîfe birî.
Berî vê yekê, di raporên ku di 11'Cotmehê de hatibûn weşandin, hat ragihandin ku piştî veguhestina Atîfe Tacîk bo girtîgehê, dermankirin û kemoterapiya wê rawestiyaye û rewşa wê ya laşî xirabtir bûye. Li gorî van raporan Atîfe bi pirsgirêkên giran re rûbirû ye. Rapor dibêjin ku Atîfe nikare xwarinê bixwe, dilê wê diêşe û hişê wê diçê û tê. Her wiha derbarê gihîştina wê ya nebûna dermanên pêwîst de fikar hatibûn eşkerekirin.
Heta dema weşandina vê nûçeyê, tu agahî li ser dirêjahiya betlaneya dermankirinê, şertên domandina dermankirinê an jî dema vegera wê ya gengaz a ji bo girtîgehê, nehatibûn eşkerekirin.







