ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2026'AN
- 09:00 20 Cotmeh 2026
- Rojev
*Li goristanên ku ji aliyê leşker û cerdevanan ve bi rêya bombebaran, teqemenî û makîneyên kar hatine wêrankirin, kevirên goran jî hatine şikandin. Li deverên ku bi sedan gorên gerîlayan lê hene, êdî ne mimkun e ku were zanîn ka kî di kîjan gorê de hatiye veşartin. "Goristana Şehîd Binevş" a li herêma Gabarê, piştî 23'yê Îlonê êrîşeke din hat kirin. DÎMEN HEYE
*Damezrînera Platforma Jinan a Wekhevî û Edaletê ya SES'ê Gulseren Onanç, bal kişand ser ezmûnên ji pêvajoya aştiyê ya Îrlandayê hatine girtin û diyar kir ku tevî ku nêzîkî 30 sal di ser peymanê re derbas bûne jî, aştiya civakî nehatiye damezrandin û wiha got: "Ji bo ku li Tirkiyeyê kêmasiyên bi vî rengî çênebin, divê hemû beşên civakê aştî qebûl bikin." BI DÎMEN
*Rêvebira Komeleya Çand, Huner û Wêjeya Jinan (KASED) Salîha Ayata, diyar kir ku Kurdan tevî polîtîkayên qedexe û înkarê, karîbûne ziman, çand û bîra xwe ya kolektîf biparêzin. Salîha Ayata, bi îdiaya ku "Mîhrîcana Riya Çandê" armanc dike bibe sedema dejenerasyona çandî û pirsî: "Çima divê hunermendên Kurd di mîhrîcanên wiha de cih bigirin?" DÎMEN HEYE







