Ji Kongra Star ji bo Werîşe Muradî daxwaza avakirina komîteyek serbixwe

  • 13:02 19 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Koordînasyona Kongra Star ji bo çalakvana Kurd Werîşe Muradî ya ku cezayê darvekirina wê hat dubarekirin hişyarî da û daxwaza avakirina komîteyek lêkolînê ya serbixwe ji bo binpêkirina mafên wê kir.
 
Koordînasyona Kongra Star destnîşan kir ku ji nûve dayîna biryara darvekirinê ya li dijî çalakvana jin a Kurd Werîşe Muradî ya li Îranê, careke din nîşan dide ku rejîma Îranê di polîtîkayên xwe yên zextkirin, tirsandin û bêdengkirina jinan de israr dike. Kongra Star diyar kir ku ne mimkûn û ne jî tê qebûlkirin ku jinek ku jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd, lêgerîna jinan a wekhevî û azadiyê, mafên mirovan û avakirina jiyaneke li gorî rûmeta mirovî bexşandiye, di bin gefa îdamê de bê hiştin. Kongra Star ragihand ku ev biryar, di heman demê de êrîşeke eşkere ye li ser îradeya azadiya jinan, daxwazên demokratîk ên gelê Kurd û dengên civakî yên ku li dijî zextê bilind dibin hatiye dayîn.
 
‘Tu polîtîkaya zextê ya ku jiyana jinek û têkoşîna wê ya azadiyê dike hedef, nikare biserkeve’
 
Kongra Star bi bîr xist ku nêzî du salan e ku ew di zindanan de bi tecrîda giran, îşkenceya fizîkî û derûnî û şertên girtîgehê yên ku rûmeta mirovan binpê dikin, têdikoşe û wiha domand: “Zextên ku ji roja yekem a binçavkirina wê ve li ser wê hatine ferzkirin, pirsgirêkên tenduristiyê û astengiyên di gihîştina wê ya dermankirinê de, hemû parçeyek ji polîtîkaya sîstematîk a tirsandinê ya li dijî wê ne. Tevî van hemû zextan, ew ji îradeya xwe ya azadiyê venagere. Niha jî dixwazin bi darvekirinê Werîşe Muradî bêdeng bikin. Lê tu polîtîkaya zextê ya ku jiyana jinekê û têkoşîna wê ya azadiyê dike hedef, nikare bi ser bikeve, bi taybetî dema ku bersiva wê li hember zextê berxwedan be.”
 
‘Daxwazên demokratîk wek gef tên ditin’
 
Kongra Star diyar kir ku ji aliyê din ve, dema ku nêzîkatiya rejîma Îranê ya li hember gelê Kurd, jinan û beşên dijber ên civakê tenê di çarçoveya ewlehî û cezakirinê de tê sînordarkirin, daxwazên demokratîk wek gef tên ditin, lêgerîna mafan tê sûcdarkirin û xwesteka nasnameyên cuda ji bo hebûna azad bi zextê tê bersivandin. Daxuyaniya Kongra Star wiha dom kir: “Hewldana bindestkirina têkoşîna azadiya jinan bi cezayên darvekirinê jî aliyê siyasî yê vê zextê eşkera dike. Lê daxwaza azadiya jinan bi biryareke dadgehê ji holê nayê rakirin. Her hewldaneke ji bo bêdengkirina dengekî jinê, careke din nîşan dide ku çima têkoşîna wekhevî û azadiyê hîn jî pêwîst e.”
 
‘Nûkirina cezayê Werîşe Muradî û êrîşên li ser Rojhilat balkêş û manîdar in’
 
Kongra Star got ku “Bersiva daxwazên beşên cuda yên gelê Îranê ji bo azadî, dadwerî, wekhevî û jiyaneke bi rûmet nikare zexta zêdetir, darvekirin û operasyonên leşkerî be û wiha domand: “Lê di rojên piştî nûvekirina cezaya Werîşe Muradî de, êrîşên leşkerî yên zêde yên rejîma Îranê li herêmên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê jî balkêş û manîdar in. Ji aliyekî ve çalakvanên jin ên Kurd di bin gefa îdamê de tên hiştin, ji aliyê din ve jî operasyonên leşkerî û bombebaran li herêmên ku Kurd lê dijîn didomin. Ev yek nêzîkatiya rejîma Îranê ya li hember pirsa Kurd û helwesta wê ya li hember mafên siyasî eşkere dike.”
 
Daxwaza avakirina komîteyek lêkolînê ya serbixwe
 
Kongra Star bang li hemû rêxistinên jinan, tevgerên femînîst, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên hiqûqî, saziyên demokratîk û torên piştgiriya navneteweyî kir û wiha pê de çû: “Ji bo rawestandina biryara darvekirinê ya li dijî Werîşe Muradî û betalkirina wê bilindkirina dengê xwe, berpirsyariyeke dîrokî ye. Li hember polîtîkayên zext û tirsandinê yên rejîma Îranê, pêdivî bi avakirina zexta raya giştî ya bi bandor û domdar heye. Her wiha divê ji bo eşkerekirina hemû binpêkirinên mafan ên li dijî Werîşe Muradî, daxwaza avakirina komîteyek lêkolînê ya serbixwe bê kirin û ji bo pêkanîna wê têkoşîn bê meşandin.”