'Terapiya bi zimanê dayikê pêdiviyeke bingehîn e'

  • 09:07 6 Cotmeh 2026
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Di demekê ku DER-MEZ xwebatên xwe yên têkildarî tenduristiya derûnî yên ku li ser bingeha têgehên zimanê zikmakî, nasname û rastiya civakî hatine avakirin didomîne, Derûnînas Heval Zelal Avci, li ser navê komeleyê diyar kir ku ew ê encamên kongreya dawî binirxînin, li gorî wan encaman nexşeyeke rê amade bikin û xebatên xwe bidomînin.
 
Komeleya Derûnînasan a Mezopotamyayê (DER-MEZ) çalakiyên xwe li ser bingeha ku qada derûniyê nikare ji zimanê zikmakî, nasname û rastiya civakî cuda were nirxandin. DER-MEZ ku di sala 2016'an de wekî înîsiyatîf hatibû damezrandin, bi taybetî ji bo ku psîkologên Kurd bikaribin bi zimanê xwe yê zikmakî xebatan bikin, li ser trawmayên civakî bisekinin û bernameyên pêşîlêgirtinê yên tenduristiya derûnî pêş bixin di Gulana 2024'an de bi awayekî fermî bû komele.
 
DER-MEZ bi dirûşma "Fêmkirina psîkolojiya mirovan bi rêya ziman û nasnameya wan bixwe, pêwîstiyeke bingehîn e" kar dike û xebatên tenduristiya derûnî yên ku li ser zimanê zikmakî, nasname, aştiya civakî û trawmaya civakî hûr dibin, dimeşîne. DER-MEZ, piştî lidarxistina sempozyûm, panel û atolyeyan li bajarên wekî Stenbol û Amedê  û her wiha li seranserê herêmê, vê dawiyê yekem kongreya xwe li Navenda Kongreyê ya Ali Emiri li Amedê, bi mijara "Ziman, Nasname û Tenduristiya Derûnî" li dar xist.
 
Derûnînas Heval Zelal Avci derbarê çalakiyên DER-MEZ û kongreyê de agahiyên berfireh dan.
 
Li hemû qadan xizmeta bi zimanê dayikê
 
Heval Zelal Avci diyar kir ku ew di warên cûrbecûr de ji hemû beşên civakê re xizmetên terapiyê bi zimanê zikmakî pêşkêş dikin û got: "DER-MEZ di destpêkê de di sala 2015'an de wekî însiyatîfeke li Amedê hate damezrandin. Bi saya dilxwazên li gelek bajaran, DER-MEZ di sala 2024'an de bi awayekî fermî bû komele da ku bikaribe baştir bersivê bide pêdiviyan. Di vê demê de me gelek projeyên cûrbecûr pêk anîn. Me ji bo zarok û ciwanan çîrokên terapiyê bi zimanê Kurdî amade kirin; ev proje niha di qonaxa çapkirinê de ye. Piştî erdhejê, me ji bo mirovên li herêma ku ji karesatê bandor bûbûn, xizmetên terapiyê bi zimanê zikmakî pêşkêş kirin. Di çarçoveya karesatên xwezayî de, wekî şewata Çinarê me hewl da ku bi rêya hevkariya bi şaredarî û rêveberiyên herêmî re, xizmetên terapiyê bi zimanê zikmakî pêşkêş bikin. Ji bilî van, gelek hevalên me yên pisporên derûniyê hene ku di warên cûrbecûr de dixebitin." 
 
‘Mirov bi zimanê xwe heye’
 
Heval Zelal Avci bal kişand ser wê yekê ku zimanê Kurdî li welêt timî tê paşguhkirin û di asta duyemîn de tê hiştin,û diyar kir ku DER-MEZ ji bo bersivdayîna vê rewşê xebateke berdewam dimeşîne û berdewam kir, “Em rêxistinek in ku hewl didin derûniyê ne tenê ji perspektîfek klînîkî, lê her wiha ji aliyê perspektîfek civakî jî binirxînin. Lewma, em pêşveçûn û pêdiviyên civakî dinirxînin û hewl didin nêrîneke rexneyî pêşkêş bikin. Em girîngiyeke mezin didin pêşkêşkirina xizmetguzariyan bi zimanê zikmakî. Em ji bo tijîkirina valahiyên li wan warên ku xizmetguzariyên bi zimanê zikmakî lê kêm in, xebatan dikin; wekî mînak, em li ser wergerandina hin testên psîkolojîk bo zimanê Kurdî dixebitin. Ev mijar ji bo me gelek girîng e. JI ber ku mirov bi zimanê xwe heye. Lê belê, li Tirkiyeyê û herêmên din rewşeke wiha heye ku mirov nikarin bi zimanên xwe hebin û zimanên wan timî di asta duyemîn de ne. Îro, em hewl didin derxin pêş ka çima terapiya bi zimanê zikmakî girîng e, mirov çawa bi zimanê xwe heye û çima zimanê zikmakî di pêvajoyên derûniyê de pêdiviyeke bingehîn e. Gelek hevalên me yên derûnînas hene ku di war û bajarên cûda de dixebitin. Ji bilî yên ku bi zarok û mezinan re dixebitin, hevalên me yên ku di qada civakî de dixebitin û rasterast xizmeta terapiyê pêşkêş nakin jî hene.”
 
'Dema bi zimanê xwe yê zikmakî terapiyê werdigirin, xwe baştir hîs dikin'
 
Heval Zelal Avci, bi gotina ku kes dikarin bi awayekî azad bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin û xwe baştir hîs bikin, wiha got: "Wekî DER-MEZ, em her tim bi xwe rasterast xizmetên terapiyê pêşkêş nakin. Lêbelê, bi rêya hevkariya bi rêveberiyên herêmî û saziyên cûrbecûr re, em dikarin dema pêwîstî çêbibe xizmetên terapiyê pêşkêş bikin. Em li qadê bi zelalî dibînin ku di warê terapiya bi zimanê zikmakî de valahiyeke mezin heye. Bersivên ku em ji mirovan werdigirin jî vê yekê piştrast dikin. Mirov bi giştî, ne tenê ji bo terapiyê, hewcedarê xizmetên bi zimanê xwe yê zikmakî ne. Dema mirov serdana nexweşxaneyekê dike, wergirtina xizmetê ji doktor an hemşîreyek bi zimanê xwe yê zikmakî gelek girîng e. Mirov nebûna vê yekê bi awayekî kûr hîs dikin. Ew radigihînin ku dema terapiyê bi zimanê xwe yê zikmakî werdigirin, dikarin xwe baştir îfade bikin û xwe baştir hîs bikin"
 
'Çalakî li gorî pêwîstiyan tên biteşekirin'
 
Heval Zelal Avci diyar kir ku piştî kongreya wan a dawî, xebatên wan ên pêşerojê dê zêdetir li ser ziman û çarçoveyên civakî bin û wiha got: "Me kongreya xwe li dar xist. Ev kongre, di rastiyê de, rasterast bi wê bingehê ve girêdayî ye ku DER-MEZ li ser hatiye avakirin. Pêşkêşkirina xizmetên terapiyê bi zimanê zikmakî û fikra bikaranîna testên psîkolojîk bi zimanê zikmakî, bi taybetî bi kurdî, di damezrandina DER-MEZ'ê de xwedî cihekî navendî bû. Biryara me ya ku em ziman bikin mijara sereke ya vê kongreyê, bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Jixwe, hebûna me bi zimanê me ve girêdayî ye. Dema me mijara kongreyê hildibijart, me bi taybetî bala xwe da ser vê yekê. Di pêvajoya pêş de, xebatên me dê bi giranî li ser ziman û çarçoveyên civakî berdewam bikin. Çalakiyên DER-MEZ'ê li gorî pêwîstiyên civakî tên biteşekirin. Di serdema pêş de, em ê encamên kongreyê binirxînin, li ser bingeha wan nexşeyeke rê diyar bikin û xebatên xwe bidomînin."