Li Botanê rûyê şerê piralî (6)
- 09:04 26 Îlon 2026
- Dosya
Du dosya, tabloya hevpar: Edaleta derengmayî
Rojda Aydin
ŞIRNEX - Li Şirnexê du dosyayên derbarê tundiya zayendî ya li ser zarokan de, tevlî hebûna delîlan jî derengmayînên di pêvajoyên darazê de û nîqaşên bêcezatiyê radixîne ber çavan. Di dosyayekê de 10 meh in îddianame nehatiye amadekirin; di dosyeya din de jî cezayên hatine birîn piştî pêvajoyên xirakirinê û ji nû ve darizandinê ji bo temyîzê hat şandin.
Rûyekî polîtîkayên şerê taybet ku bi salan e li Botanê tên meşandin jî, bûyerên tundî, destdirêjiyê yên li dijî jin û zarokan e. Dosyayên ku li herêmê radestî dadweriyê bûne balê dikşînin ser mezinahiya sûcên zayendî; rexneyên derbarê bêcezatiyê û nemeşandina lêpirsîneke çalak de jî, gihîştina jin û zarokan a edaletê zehmettir dikin. Ev tablo nîşan dide ku divê tundiya li dijî jin û zarokan, ji sûcên takekesî wêdetir, bi polîtîkayên ku avahiya civakî dikin hedef bi hev re bê destgirtin.
Di vê beşa dosyaya xwe de em tundiya zayendî ya li ser zarokan a li Şirnexê bi rêya du dosyayên ku derbasî darazê bûne digirin bin mercekê.
Kiryar mamoste ye
Li gorî agahiyên di dosyaya yekem de hatine bidestxistin, du zarokên li navçeyeke Şirnexê dijîn, di 12’ê Îlona 2025’an de di îfadeya xwe de diyar kirin ku mamosteyê kiryar Mesut Sonmez hem fizîkî hem jî bi rêya medyaya dîjîtal bi rengekî sîstematîk destdirêjiya zayendî li wan kiriye û gilî kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku li ser îfadeya zarokan hatibû destpêkirin de materyalên dîjîtal ên kiryar hatin lêkolînkirin. Di encama lêkolînê de hat bidestxistin ku di telefona gumanbar de wêneyên zarokan hene. Her wiha hat diyarkirin ku zarokan ew dîmenên ku gotibûn bi rêya medyaya dîjîtal ji wan re hatine şandin wekî qeyda ekranê delîl pêşkeş kirine û di lêkolînên li malê de jî tiştên di dîmenên behsa wan tê kirin de hatine tespîtkirin.
Hat zanîn ku kiryar Mesut Sonmez ê ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibû binçavkirin, piştî karûbarên li emniyetê ji aliyê dozgeriyê ve bi şertê kontrola edlî hatiye berdan. Hat diyar kirin ku tevî ku di ser derketina bûyerê re nêzî 10 mehan derbas bûye jî di dosyayê de hîn îddianame nehatiye amadekirin.
Ji bo îfade paşve bikişînin zext hat kirin
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hat îdîakirin ku bapîrê zarokan zextê li wan dike da ku îfadeyên xwe paşve bikişînin. Hat zanîn ku zarok bi hinceta ewlehiyê di bin parastinê de ne.
Li hemberî zarokên din jî îddîa hene
Li aliyê din, li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îddîa hene ku kiryar Mesut Sonmez bi rêya medyaya dîjîtal li hemberî zarokên din jî di nav destdirêjiya zayendî pêk aniye. Hêj nayê zanîn ka ev îddîayên behsa wan tê kirin di çarçoveya lêpirsînê de hatine destgirtin an na.
Dosyeya duyemîn
Di dosyaya duyem de em ê destdirêjiya sîstematîk a li dijî zarokekê û dehfdana wê ya ber bi fuhuşê ve ku li bajêrokeke navçeya Qilebana Şirnexê pêk hatiye bigirin dest. Nûçeya destdirêjiya sîstematîk a tecawiza li hember zarok, ji temenê zarokatiyê ve û dehfdana wê ya ber bi fuhuşê ve di raya giştî de cih girtibû û li ser vê yekê bertekên mezin pêk hatibûn. Bûyer di sala 2021’ê de piştî ku zarokê tiştên hatine serê xwe ji xizmek xwe re vegotibû derketibû holê.
Cezayê hepsê ku dabûn 5 kesên ku cerdevan jî di nav de ne, yên ku ji temenê biçûk de li hemberî zarokekê destdirêjiya sîstematîk kiribûn û ew ber bi fuhuşê ve kaş kiribûn, ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hat xirakirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku di 14’ê Adara 2022’yan de li ser îfadeya zarok hatibû destpêkirin de; cerdevan û parastinê nêzîk ê Şaredarê Bajêroka Dêrahînê yê AKP’î Cemîl Yildiz, Cengîz Aydemîr, cerdevanê teqawît Samî Yildiz û dêmariya zarokê bi sûcê “kirina fûhûşê” û “êrîşa zayendî ya bi zanebûn” di Adara 2022’yan de hatin girtin. Metahan Bayram û Zahîde Yildirim ên ku di dosyayê de wekî kiryar îfadeya wan hatibû girtin jî bêgirtî hatin darizandin. Ji aliyê 3’yemîn Dadgeha Ceza ya Giran a Şirnexê ve di derbarê kiryaran de bi sûcê “destdirêjiya zayendî”, “gef”, “Kes ji azadiyê bêparhiştin”, “fuhuş” û “tacîz” îddianame hat amadekirin.
Dadgeha herêmî ceza da
Di danîşana biryarê ku di 14’ê Nîsana 2022’yan de hat dîtin de şandeya dadgehê, têkildarî kiryarê girtî cerdevan Cengîz Aydemîr de bi sûcê “tecawizê” 13 sal û 4 meh, ji sûcê “Kes ji azadiyê bêparhiştin” jî 5 sal cezayê hepse birî. Derbarê Bêrîvan Aydemîr de jî bi sûcê “êrîşa zayendî ya bi zanebûn” 25 sal, ji sûcê “Kes ji azadiyê bêparhiştin û kirina fuhûşê” 9 sal 4 meh û 15 roj cezayê hepsê hat dayîn. Derbarê kiryar Samî Aydemîr de jî bi sûcê “êrîşa zayendî ya bi zanebûn” 25 sal, ji sûcê “Kes ji azadiyê bêparhiştin” 9 sal û 4 meh cezayê hepsê hat dayîn.
Ji kiryarên girtî nehatin darizandin Metahan Bayram re 2 sal û 6 meh, ji Zahîde Yildirima re jî 4 sal û 6 meh cezayê hepsê hat dayîn.
Biryar xira bû
Piştî biryara dadgehê, parêzerên kiryaran, dosya birin Dadgeha Îstînafê. Dadgeha Îstînafê biryara ku dadgeha herêmî di derbarê kiryaran de dabû xira kir. Di hinceta biryara xirakirinê de hat diyarkirin ku zapt, belge û hincetên cezayê hatî birîn ên di pêvajoya darizanê de hatine lêkolînkirin. Encama lêkolîna behsa wê tê kirin de hat destnîşankirin ku “piştî hatiye eşkerekirin ku kîjan kiryarên bersûc sûc hatine hesibandin, pênasekirina hiqûqî ya van kiryarên hatine qebûlkirin nehatiye kirin” û “hikmê hatî birîn bê hincet hatiye danîn.”
Berdewamiya biryara girtinê
Dadgehê diyar kir ku bi van hincetan hikûm bi yekdengî hatiye xirakirin. Dadgehê biryar da ku “dosye ji bo ku ji nû ve bê lêkolînkirin û biryar li ser bê dayîn ji dadgeha dereceya yekem re bê şandin, rewşa girtinê pîvandî û pêwîst e û rewşa girtîbûna bersûcan berdewam bike.”
Dosye li BAM’ê ji nû ve hat dîtin
Piştî ku dosya li îstînafê hat xirakirin, ji Dadgeha Herêmî ya Edliyeyê ya Amedê (BAM) re paşve hat şandin. Daireya Cezayê ya 7’an a BAM’ê di darizandina nû de di 28’ê Nîsana 2026’an de biryara xwe da. Ji kiryar Cengîz Aydemîr re ji sûcê “êrîşa zayendî ya bi zanebûn” bi kêmkirina cezayê 25 sal cezayê hepse hat dayîn û ji sûcê “Kes ji azadiyê bêparhiştin” jî biryara beraatê hat dayîn.
Di derbarê kiryar dêmariyê de ji sûcê “êrîşa zayendî ya bi zanebûn” 30 sal cezayê hepsê hat birîn. Li aliyê din di derbarê dêmariyê de ji sûcên “Kes ji azadiyê bêparhiştin” û “Zarok ber bi fuhuşê ve birin û amûrkirina zarokan a ji bo fuhuşê” jî biryara beraatê hat dayîn.
Di derbarê kiryar Samî Yildiz de jî ji sûcê “êrîşa zayendî ya bi zanebûn” 30 sal cezayê hepsê hat dayîn û ji sûcê “Kes ji azadiyê bêparhiştin” jî biryara beraatê hat dayîn.
Di derbarê kiryar Metehan Bayram de ji sûcê êrîşa zayendî ya bi zanebûn” 6 sal û 8 meh cezayê hepsê hat dayîn û ji sûcê “Kes ji azadiyê bêparhiştin” jî biryara beraatê hat dayîn.
Di derbarê kiryar Zahîde Yildirim de jî ji sûcê “Kes ji azadiyê bêparhiştin” jî biryara beraatê hat dayîn.
Tevahiya kiryaran bi kêmkirina ceza hatin mehkûmkirin û dosya ji bo temyîzê hat şandin. Li aliyê din di derbarê kiryaran de biryara berdewamiya rewşa girtî hat dayîn.







