Li Rihayê jin di çalakiyê de ne:'Bila gumanbar bên darizandin
- 19:29 1 Tîrmeh 2026
- Rojane
RIHA- Jinan li dijî revandin û destdirêjiya li jinekê ya li Sêweregê çalakî pêk anîn û gotin wê şopdarê bûyerê bin û xwestin gumanbar bên cezakirin.
Platforma Jinan a Rihayê li dijî revandin û destdirêjiya li hember jinekê ku li Sêweregê hatibû jiyîn daxuyaniyek dan. Daxuyanîn liber Novada Park AVM ya Xeliliyeyê pêk hat û gelek jin tevli bûn.
Li ser navê platformê aktîvîsta Tevgera Jinen Azad (TJA) Guler Kiliç Polat axivî û tiştê ku jina destdirêjî lê hatiye kirin vegot û wiha anî ziman: “Jin ne malê we ne ne namûsa kesî an jî alav in. Zîhniyeta destdirêjiyê bi zewacê paqij dike, qetilkirinên jinan û zewacên bi zorê xwedî dike. Em dizanin ku ev êrîş ne munferîte.Em îro ji bo hemû jinan edaletê dixwazin, ji bo Gulîtan Doku, Îpek Er, Rojwelat Kizmaz, Rojîn Kabaîş û hemû jinên bûne hedef têdikşin û em ê hesabê wan bipirsin.”
Guler Kiliç Polat daxuyakirin ku bêcezahiştin cesaretê dide gumanbaran û got divê gumanbar bi cezayên herî giran bên cezakirin û wiha dirêjî dayê: “Em ê ligel malbata ku piştgiriyê didin keça xwe bin. Ev doz êdî doza hemû jinan e. Em wek Platforma Jinan a Rihayê û Tevgera Azadiya Jinê wê li salonên dadgehê bin. Heta gumanbar cezayên giran negirin em ê bêdeng nemînin. Jin Jiyan Azadî.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.







