Li wênegir Yalda Moerî doz hat vekirin
- 14:12 22 Hezîran 2026
- Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN - Wênegir Yalda Moerî diyar kir ku piştî cemidandina hesabê wê yê bankê doz li wê hatiye vekirin û ew şandine dadgehê.
Rojnamevana wêneyan û wênekêşa belgefîlman Yalda Moerî, li ser rûpela xwe ya X’ê ragihand ku dozek ewlehiyê li dijî wê hatiye vekirin. Yalda diyar kir ku piştî ku hesabê wê yê bankê ji aliyê Wezareta Îstîxbaratê ve hatiye cemidandin û ji bo nirxandinê ji dadgehê re hatiye şandin, dozek qanûnî li wê hatiye vekirin.
‘Bê agahî tê darizandin’
Yalda Moerî destnîşan kir ku astengkirina xeta telefona wê ya dest, rê li ber wê girtiye ku ew bigihîje pergala agahdarkirina elektronîkî ya dadweriyê (SANA) û ji ber vê sedemê, ew ji pêvajoya agahdarkirinê û dema nirxandina doza xwe bêxeber maye.
Her wiha wênegira rojnamevanî destnîşan kir ku “ne hemahengiya di navbera dezgehên ewlehiyê de ye” û ev rewş bi êş û di heman demê de wek “fikar” bi nav kir.
Hêjayî bi bîrxistinê yê ku heya dema weşandina vê nûçeyê jî rayedarên dadwerî û ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê tu bersivek fermî li ser gotinên Moreyî belav nekiriye û tu hûrgilî derbarê tohmetên muhtemel û pêvajoya desteserkirina vê dosyayê li ber dest in.
Dema ku xwepêşandanan dişopand hate girtin
Yalda Moerî wênegireke navdar a Îranî ye ku bi salan di warên nûçe, civakî û wênekêşiya belgefîlman de xebitiye û berhemên wê di medyaya navxweyî û navneteweyî de hatine weşandin.
Yalda di Îlona 2023’an de, di dema serhildan “Jin Jiyan Azadî’ de piştî kuştina jina Kurd a ciwan Jîna Emînî, dema ku wêneyên bûyerên xwepêşandanê li Tehranê dikşand û dişopand, hate girtin.
Girtina Yalda Moerî wê demê rastî berteka sendîkayên karker û rêxistinên navneteweyî yên parastina rojnamevanan hat. Navê wê di lîsteya rojnamevan û çalakvanên medyayê yên di dema xwepêşandanan de hatine girtin de cih girt.
Piştî nêzî sê mehan girtî ma, bi kefaletê hat berdan û di mehên pêş de bi dozên qanûnî û qedexeyên cûrbecûr re rû bi rû ma.








