Laura Castel Fort: Gava ewil azadiya Birêz Ocalan e

  • 09:05 22 Hezîran 2026
  • Rojane
ENQERE - Hevsreoka Koma AKPM EUL Laura Castel Fort ku di heyeta der barê pêvajoyê ya hat Enqereyê de cih girt, da zanîn ku divê navbera aliyan de muzakereya wekhev bê meşandin û wiha got: “Ger ku aliyek girtî be behsa statuyeke wekhev nikare bê kirin. Ji ber vê yekê jî gava ewil berdana Birêz Ocalan e û qe nebe divê zemîna wekheviyê pêk bê.”
 
Heyeta Koma Çep a Yekbûyî ya Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (AKPM), ji bo bangên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) yên ji bo mafê hêviyê ku der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye dayîn û şert û mercên wî bên hêsankirin hatiye dayîn, bibîr bixe li Enqereyê  hevdîtin pêk anî.
 
Heyetê di serlêdana li Wezareta Dadê de daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dubare kir, ligel hevseroka giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, endamên heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sîncar û nûnerên partiyên siyasî yên endamên PM a AK’ê û nûnerên saziyên civaka sivîl re hat gel hev.
 
Hevseroka Koma Çep a Yekbûyî ya AKPM’ê û ji ERC’ê endama Senatoya Ispanyayê Laura Castel Fort ku di heyetê de cih digirt, da zanîn ku Abdullah Ocalan û PKK’ê gavên dîrokî avêtine û divê dewlet jî gavên wêrek bavêje.
 
Laura Castel Fort daxuyakirin ku bi armanca piştevaniya mijara Kurd û ji bo der barê rewşa dawî de agahiyan bigire hatiye û wiha domand: “Ez berê jî çend caran hatim vir û me der barê mijara Kurd de hewl da. Dîsa jî ji bo em bi xwe pêşketina pêvajoyê bibînin hatin vir.”
 
‘Birêz Ocalan û PKK’ê gavên girîng avêtin’
 
Laura Castel Fort daxuyakirin ku pêvajo gelek girîng e û got: “Heta niha hinek gav hatine avêtin. Niha dor a dewletê ye. Abdullah Ocalan û PKK’ê gavên dîrokî avêtin. Divê dewlet jî wêrekiya xwe nîşanê cîhanê bide. Ji ber vê divê gavan bavêje. Ev hêsan e. Divê mafê hêviyê bîne cih. 12 sal e nayne cih. Ji bo biryarê bîne cih hewce bi guherîna destûra bingehîn û qanûnê nîne. Tenê divê biryarê pêk bîne. Pêşiya aştiyê vebike. Ev pir hêsan e.”
 
‘Divê rêgez esas bên girtin’
 
Laura Castel Fort destnîşan kir ku Tirkiye endamê damezrîner a Konseya Ewropayê ye û wiha dirêjî dayê: “Sê rêgezên esas ên Konseya Ewropayê hene. Demokrasî, mafê mirovan, dewleta hiqûqê. Hemû ev e. Ev ne rêxistinek jeopolîtîk, NATO an jî ewlehiyê ye. Ev lijneyeke xwe dispêre demokrasî, hiqûq û mafê mirovan. Dema ku tevli Konseya Ewropayê bû divê rêgez esas bên girtin.”
 
‘Em mijara Kurd di rojevê de digirin’
 
Laura Castel Fort bi lêv kir ku wek UAE mijara Kurd her tim di rojevê de digirin û wiha pê de çû: “Em xebat, hewldan, pêşnûmepirsên xwe ji rayedarên komîteyê re radigihînin û tînin rojevê.”
 
‘Divê Birêz Ocalan bê berdan’
 
Laura Castel Fort di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di navbera aliyan de wekhevî tunebe muzakereyek wek hev jî wê tunebe û wiha bidawî kir: “Ger ku ev muzakereyeke siyasî be, divê her du alî di statuya wekhev de be. Aliyek girtî be behsa statuyek wekhev nikare bê kirin. Ji ber vê jî berdana Birêz Ocalan gava ewil e, qe nebe divê zemîna wekheviyê ava bibe.”