Me demokratîkbûn ji kolanê pirsî!
- 11:19 11 Hezîran 2026
- Rojane
Nazlıcan Nujin Yıldız-Beritan Tunç
ÎZMÎR - Jinan, dema ku nerînên xwe yên li ser demokratîkbûnê anîn ziman, diyar kirin ku Tirkiye hawîrdorek demokratîk pêşkêş nake û ji ber vê yekê civak ber bi bêhêvîtiyê ve diçe. Jinan gotin ku ew komarek demokratîk dixwazin û gotin: "Divê demokratîkbûn ji bo me armancek be."
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civakeke Demokratîk" di 27'ê Sibatê de, pêvajoya berdewam bi nîqaş û civînên bi raya giştî re li ser pêşerojeke hevpar berdewam dike. Di vê çarçoveyê de, konferansek bi navê "Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala xwe ya Duyemîn de" dê li Stenbolê were lidarxistin. Konferans dê di 13-14'ê Hezîranê de pêk were û gelek kesayetên ji siyaset, huner, akademiyê û civaka sivîl bîne cem hev.
Berî konferansê, me ji jinên li Îzmîrê pirsî ka ew li ser demokratîkbûnê çi difikirin.
'Lidarxistina konferansê baş e'
Nuran Tanriverdî, diyar kir ku tu meyleke erênî ber bi demokratîkbûnê ve tune ye, destnîşan kir ku hemû mirov dixwazin azad bin û got: "Ciwan bêkar in, kal û pîr bêşens in, dê çi cure perwerdehî bê dayîn zarokan? Em nizanin. Her tişt pir biha ye. Em hêvî dikin ku tişt baş biçin, lê gelo hêviya me pir e? Min zêde tune. Xwezî ew bikaribin rêyek navîn bibînin, ji ber ku xelk pir westiyayî ye. Ji ber ku di van şert û mercên aborî de her kes pirsgirêkên xwe yên navxweyî hene. Û bi vî rengî welat, xelk hîn bêhêvîtir bûye. Lidarxistina konferansekê û kombûna me tiştekî baş e. Bi hêvî me, em ê her gav bi hev re werin. Em hêvî dikin ku ji bo welatê me, ji bo pêşeroja me biryarên baş werin girtin. Ku rêyek hevpar were dîtin. Ji ber ku demokrasî di rêza yekem de ye. Ji bo berdewamiya welatan, ji bo ku em bikaribin li kêleka welatên din ên cîhanê bisekinin, tiştê herî girîng ji bo me hebûna komareke demokratîk e. Ji bo pêşerojê, di vê hawîrdora ku zarokên me lê mezin dibin de, neviyên min hene. Carinan ez di fikirîna li ser pêşeroja wan de winda dibim. Çi cure welat li benda wan e, çi cure pêşeroj li benda wan e? Li Sûriyeyê binêre, hemû welatên Rojhilata Navîn di rewşek xirab de ne. Li her derê şer heye. Em hêvî dikin ku em bikaribin di aştiyê de bijîn, ji nû ve dest pê bikin.”
Ji bo pêşeroja zarokan
Leyla Alan, diyar kir ku mafên jinan şerta herî girîng a demokratîkbûnê ye û got ku mafên jinan li Tirkiyeyê nayên dayîn û nayên naskirin û wiha bi lêv kir: "Dema ku hûn li rewşa Tirkiyeyê dinêrin, ew qet ber bi aliyekî baş ve naçe. Ji bo ku demokratîkbûn çêbibe, divê kesên ku desthilatdar in tiştek bikin. Dema ku ez paşve dinêrim, ez xemgîn dibim. Ev welatekî hêjayî jiyanê ye, lê tê kirin ku mirov nikare lê bijî. Ger ev mijar di konferansê de were nîqaşkirin ya girîng ew e ku ev nîqaş dê bigihêje ku derê. Dê bigihêje ku derê, dê çawa bibe? Beşdar dê çi bibêjin, dê çawa be? Niha zarokekî min heye. Ez li ser pêşeroja zarokên xwe difikirim."
'Em şirîk in'
Sîbel Alptekin zêde kir ku divê mirov ji hêla aborî ve azad bin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Divê mirov bixebitin ji ber ku ew ji hêla aborî ve azad nînin. Ji ber ku ew neçar in bixebitin, ew nikarin li ser tiştekî din bisekinin. Em ji ber têkoşîna ji bo jiyanê di vê rewşê de asê mane. Lidarxistina konferansek bi navê demokratîkbûnê bê guman tiştek baş e. Ger beşdar sûd werbigirin, ev ê pir baş be. Ji bo ku demokratîkbûn çêbibe, divê mafên mirovan werin dayîn. Divê mafên ciwan û jinan bê guman werin dayîn. Û bê guman, divê aborî aram be. Ez di navbera mirovan de cudahî nakim. Em şirîk in; mînakî ez ji Wanê me. Divê em bê guman xalek hevpar bibînin. Tiştek tune ku em nikaribin parve bikin. Ji ber vê yekê ez Îzmîrê pir hez dikim. Îzmîr her kesî dihewîne. Li taxa me, mirovên ji her netewê hene. Em dikarin li hev bikin. Ez difikirim ku divê her kes baş be. Divê em bi gotina 'ew terorîst in' û 'ew ev in' cudahî nekin. Ew hemî gelê me ne. Her çi dibe bila bibe bêyî demokrasiyê tiştek çênabe. Ez difikirim ku pêşî divê aborî aram be."
'Divê em bikarin bi zelalî ramanên xwe bînini ziman'
Tulay Kalkan destnîşan kir ku Tirkiye qet bi tevahî demokratîk nebûye û wiha axivî: "Çi serdemê be jî, qet sedî sed nebûye, lê di wê rewşa sedî 50 de, di bin şert û mercên ku mirov dixwazin mafên jiyaneke çêtir bi dest bixin de; ez tenê tiştekî pir tekez dikim: pêşveçûn pêwîst e. Ev pêşveçûn bi pergala kesekî an jî bi perspektîfa kesekî çênabe. Her takekesek hewce ye ku deriyê xwe paqij bike. Lê ligel vê yekê, nirxên civakî, yekîtiya civakî û qada siyasî hemî pir girîng in. Bingeha vê yekê dîsa mirov û kesên ku xwe mehkûmî rêvebirinê hîs dikin in. Ji ber vê yekê divê em pêşveçûnê bigihînin astek wisa, divê em xwe bi perspektîfek wisa rêxistin bikin ku ev herikîna jiyanê her yek ji me pir eleqedar bike. Li aliyekî, hin kes ji bo tiştek çêtir hewl didin. Werin em perspektîfên çêtir biafirînin, werin em bigihîjin astên madî û manewî yên çêtir. Divê em bikaribin ramanên xwe pir zelal bînin ziman. Her wiha divê em di eşkerekirina ramanên xwe de bêtirs bin."
'Em dikarin dengê xwe bidin bihistandin'
Dîlan Kose, diyar kir ku Tirkiye hawîrdorek demokratîk pêşkêş nake û destnîşan kir ku hawîrdorek demokratîk bi taybetî ji bo jin, xwendekar û karkeran kêm e û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Niha, li ber çavên me, zarok neçar dimînin ku li Navendên Perwerdehiya Pîşeyî (MESEM) bixebitin, wekî keda erzan têne dîtin û îşkence lê tê kirin û kuştin. Îro jin tên kuştin û kesên ku di meqamên berpirsiyar de ne, berpirsiyar nayên girtin. Tenê çend meh berê, cenazeyên Fatma Nûr Çelik û keça wê li deryaya Stenbolê hatin dîtin û ev yek di medyaya sereke de nehat ragihandin. Ji ber ku, wekî min berê jî got, em di welatekî demokratîk de najîn. Tenê dengê jinan, xwendekaran û komên siyasî li kolanan tê bihîstin û em hewl didin ku dengê wan bi qasî ku ji destê me tê bilind bikin. Ji ber vê yekê, demokratîkbûn divê ji bo me armancek be. Tenê bi vî rengî em dikarin dengê xwe bidin bihîstin. Belkî tenê bi vî rengî mirin û komkujî çênebin. Pêdivî ye ku em dengê karkeran bibihîzin. Pêdivî ye ku em dengê zarokan, zarokên ku hatine kuştin, jinan û karkeran bidin bihîstin."









