Gotinên Rahmî Koç li Amedê hatin protestokirin

  • 21:35 7 Hezîran 2026
  • Rojane
AMED- Îfadeyên nîjadperest û zayendpest yên Rahmî Koç ên li dijî jinên Kurd bi meşekê hatin protestokirin. Di meşê de hate diyar kirin ku têkoşîna azadiya jinên Kurd îlhamê dide mîlyonan jinî.
 
Bi pêşengiya TJA’yê li dijî nijadperestî û zayendperestiya ku di bin navê “mizahê” de jinên Kurd dike armanc, ji Qada Şêx Seîd heya Mizgefta Mezin meşa li dijî nijadperestiyê hate lidarxistin. Parlametera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, hevşaredarên navend û navçeyan, endam û nunerên saziyên jinan yên Amedê û gelek jin tevli meşê bûn. Jinan di meşê de pankarta “Jin Jiyan Azadî” û alayên li ser “Jin Jiyan Azadî” rakirin û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” , “Bijî berxwedana jinên Kurd”, “Rûmeta Jinan rûmeta gel e” “Jin Jiyan Azadî, azad bike Rêbertî” berz kirin.
 
Piştî meşê jinan li ber Mizgefta Mezin daxuyanî da çapemeniyê. Aktîvîsta TJAyê Delal Tellîoglu Gem daxuyanî xwend. Delal Tellîoglu Gem ê da zanîn ku Ew gotinên ji aliyê Serokê Koç Holdîngê Rahmî Koç yên di bin navê “pêkenokê” de hatine ziman û jinên Kurd dikin hedef, qebûl nakin û ev tişt anî ziman: “Ev gotinên ku di raya giştî de reng veda, wekî mîzaheke hêsan an jî şaşbûneke ziman a kesane nayên nirxandin. Gotinên navborî, ravekirina hişmendiyeke zayendperest û mêrserdest e ku tê de qalibên cudaxwaz ên dîrokî yên li hemberî jinan û Kurdan ji nû ve tên hilberandin. Jinên Kurd ne tenê li ser hiş û hişmendiya xwe, di heman demê de li ser rûmet û rûmeta xwe ya civakî jî hedef tên girtin. Ji ber vê yekê, li vir ne tenê rûreşiyeke li hemberî nasnameya Kurd, divê mirov behsa hişmendiyeke mêrserdest bike.”
 
‘Jinên Kurd rolên hatine ferzkirin red dikin’
 
Delal Tellîoglu Gem anî ziman ku bi sedsalan e jin ji aliyê pergala mêrserdest ve di ser nezanîn, nebesî û “polîtîkayên zayendperest” re rû bi rû mane, tê xwestin ku di bin kontrolê de bigirin û wiha pê de çû: “Gelê Kurd bûye hedefa polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê. Jinên Kurd jî, hem ji ber ku jin in û hem jî ji ber ku Kurd in, bi cudakariya pir-qatî re rû bi rû hatine hiştin. Hişmendiya mêşatî, jinên Kurd wekî paşdemayî û nezan, carinan jî bi darizandinên exlaqî yên mêrserdest ên mêşatî, hewl daye serdestiya xwe rewa bike. Îro jî pênasekirina jinên Kurd di ser dadbariyên rûreşker, zayendperest û tawanbariyên exlaqî re rê bi rû dimînin. Lê belê jinên Kurd hemû van rolên ku li ser wan hatine ferzkirin red kirine, bûne yek ji rûmetên pêşeng ên têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê. Têkoşîna azadiya jinê ya ku ji Rojhilata Navîn ber bi cîhanê ve belav bûye û xeta têkoşînê ya ku jinên Kurd pêş xistine, bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” re ji mîlyonan jinan re bûye çavkaniya îlhamê.”
 
‘Rûmeta jinan ne mijara henekê ye’
 
Delal Tellîoglu Gem diyar kir ku têkoşîna birêxistinbûyî ya jinên Kurd yek ji dînamîkên herî bihêz ên têkoşîna jiyana wekhev û azad a gelan e û wiha axivî: “Ji ber vê yekê, her gotineke ku jinên Kurd dike hedef, ne tenê herêmeke civakî ya diyarkirî, têkoşîna azadiya jinê, vîna jiyana wekhev û nirxên civaka demokratîk dike hedef. Di serdemeke ku têkoşîna azadiyê ya jinan û gelan mezin dibe û lêgerîna civaka demokratîk xurt dibe de, gotinên ku jinên Kurd biçûk dixînin, ji bilî hewldana hişê mêr ê serdest û hişmendiya mêşatî ya ji bo ji nû ve hilberandina xwe, tu wateyeke din hilnagire. Bi taybetî ev zimanê cudaxwaz ê ku hatiye bikaranîn û gotinên ku bi rûreşkirina jinên Kurd hatine avakirin, ne di çarçoveya mîzahê û ne jî di çarçoveya azadiya ramanê de dikarin bên nirxandin. Rûmeta jinan, nasnameya gelan û têkoşîna azadiyê, ne mijara henekê ya tu kesî ye.”
 
‘Em ê têkoşînê mezin bikin’
 
Delal Tellioglu Gem herî dawî ev tişt anî ziman: “Nasnameya tu gelekî nayê rûreşkirin, rûmeta tu jinê nayê biçûkxistin. Li hemberî hişmendî û gotinên mêşatî û mêrserdest ên ku jinan biçûk dixînin, nasname, vîn û rûmeta jinên Kurd dikin hedef, em ê bêdeng nemînin. Em ê parastina azadî û rûmeta jinê, wekheviya gelan û têkoşîna civaka demokratîk berdewam bikin. Li hemberî her cûre hişmendiya zayendperest, nijadperest û cudaxwaz a ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst, pergala mêrserdest û hişmendiya mêşatî ve tê hilberandin, em ê di her qada jiyanê de têkoşîna xwe ya birêxistinbûyî mezin bikin.”
 
‘Tu carî me serê xwe netewandiye’
 
Meral Daniş Beştaş diyar kir ku bi gel û jinên Kurd Rahmî Koç şermezar dikin û ev tişt gotin: “Ev hişmendiya te ya 95 salane û te bi vê gotinê ew derxist holê. Gelê Kurd ev sed sale têdikoşe, berdelên giran hatin dayîn lê gelê Kurd tu carî serî netewand. Banga me ji kesên mîna hişmendiya Rahmî Koç ew e ku, em mijara henekê we nînin, dîsa navê jinên Kurd nekin devê xwe, lewma hûn ê poşman bibin. Heger tû dixwazî dîroka gelê Kurd mêze bikî bizivire dîroka Rojava, Rojhilat û Kurdistanê mêze bike. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan di nivîs û perspektîfên xwe de her tim li ser têkoşîna jinan radisweste. Em li vir in û em ê hemberî vê fikr û ramana we ya mêrperest û faşîst têbikoşin. felsefeya Jin Jiyan Azadî di rêça Jîna Mahsa Amînî, Leyla Qasim û Arin Mîrkan de xwe nîşan daye. Em dibêjin; em ê vivakek û komarek demokratîk ava bikin lê em ê têkoşîna xwe jî bidomînin. Em ê bi piştgiriya jinên Tirkiye û cihanê re li hember vê hişmendiyê heya dawiyê têbikoşîn. Em ê bersiva herî xurt bidine wan kesan û wê hişmendiyê. Tu carî me serê xwe netewandiye û em ê netewînin.”
 
Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.