Berteka li kolanan a li dijî tundiya li ser jinan

  • 09:02 29 Gulan 2026
  • Rojane
Elfazi Toral-Rojin Abay
 
STENBOL - Jinên ku li ser kuştinên jinan li Tirkiyeyê diaxivin, ne tenê sûcdar rexne kirin, lê di heman demê de pergala dadwerî û desthilatdariya siyasî jî rexne kirin ku bi polîtîkayên bêcezatiyê rê li ber van kuştinan vedikin. Jinan bertek nîşanî polîtîkayên bêcezatiyê yên ku şîdetê teşwîq dikin dan û peyama "Em êdî nikarin windakirina kesek din jî tehemûl bikin. Çareserî di biryardariya kolektîf de ye" dan. 
 
Li Tirkiyeyê, ku şîdeta dewletê li dijî jinan û kuştinên jinan rojane zêde dibe, jin li kolanan li edalet û ewlehiyê digerin. Me ji jinan li ser zêdebûna şîdeta li dijî jinan pirsî. Di hevpeyvînên ku nebza kolanan nîşan didin de, jinan diyar kirin ku ew êdî nikarin windakirina kesekî din tehemûl bikin û tekez kirin ku ewlehiya wan bi tevahî winda bûye. Jinan diyar kirin ku yekane rêya pêşîgirtina li van kuştinan xurtkirina parastina xwe ya li kolanan û di her aliyê jiyanê de ye û divê zextek civakî ya kolektîf li dijî van kuştinan hebe.
 
Welatiyên ku me hevpeyvîn pê re kirin, fikarên xwe li ser nebaşiya mekanîzmayên parastinê yên heyî û hesta xwe ya kûr a bêewlehiyê anîn ziman. Jinan tekez kirin ku fermanên sînordarkirinê yên ku ji hêla rayedarên fermî ve hatine dayîn tenê li ser kaxezê ne û sûcdar bi kêmkirina cezayan cesaretê digirin. Wan fikarên xwe yên li ser neewlebûna kolanan parve kirin, diyar kirin ku wan baweriya xwe bi pergala edaletê winda kiriye û hêrsa xwe ya li dijî komkujiyan anîn ziman.