Li Efxanistanê tundiya li ser jinan zêde dibe
- 10:39 29 Gulan 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efxanistanê xizaniya kûr dibe, qedexeyên Talîbanê yên têkildarî jinan û mekanîzmayên parastinê yên hilweşiyane tunduya navmalbatî ya li ser jinan zêdetir xeternak, veşartî û ji aliyê jinan ve xwejêxilaskirina wê zehmetir dikin.
Krîza însanî ya li Efxanistanê kûr dibe, bi milyonan însanan bi têkoşîna jiyînê re rû bû dihêle û tundiya li ser jinan jî her ku diçe êdî nayê dîtin. Li welêt nêzîkî niviya nifûsê hewceyî alîkariya mirovî ye û li gel birsîbûn, bêkarî û têkçûna xizmetên raya kamûyê têkiliyên bengîtiya navmalbatî jî girantir dikin.
Ji sala 2021’an ve ye ku wê demê Talîban desthilatdarî bi dest xist, qedexeyên ku beşdarbûna jinan a ji jiyanana giştî re hedef digirin jî vê tabloyê kûrtir dikin. Hatiye qedexekirin ku piraniya jinan di sektora kamûyê de bixebitin ûmafê perwerdeyê ya zarokên ji 12 saliyê mezintir jî hatiye astengkirin. Sînordarkirina derfetên jinan ên xebat, perwerde, tevgerîn û hebûna di nava raya giştî de, rêyên xwexilaskirina ji tundiya nava malê jî digire.
Mafparêzên jinan û rojnamegerên xwecihî diyar dikin ku bêçarebûna aborî û zewicandina bi darê zorê û ya di temenê biçûk de zêde bûne, bengîtiya jinan ya ji hevjînên xwe yan jî malbatên hevjînên xwe re zêde kûr bûye û tundiya navmalbatî jî tê veşartin.
Bûyereke li vîlayeta Ghor a rojavayê Efxanistanê qewimiye nîşan da ku xizanî, zewicandina bi darê zorê û bêcazatî çawa ji bo jinan rê li ber encamên xeternak vedikin. Farzana ya 18 salî û li navçeya Pasaband a Ghorê jiya, di encama êrîşeke navmalbatî de jiyana xwe ji dest da.
Çavkaniyeke xwecihî ya ji Dengê Elmanyayê re axiviye, got ku di nava malê de êrîş li Farzanayê hatiye kirin. Bijîşkekê jî diyar kir ku şopên derbe û êşkenceyê bi awayekî eşkere tên dîtin û ev yek cînayet e. Hate zanîn ku Farzana bi darê zorê bi zilamekî 50 salî û beriya niha du caran zewiciye re hatiye ziwicandin.
Her çend li Efxanistanê tundiya li ser jinan were zanîn jî gelek caran di raya giştî de nayê nîşandan. Rojnamegereke ku naxwaze navê xwe eşkere bike diyar kir ku di bin rêveberiya Talîbanê de zexta li ser çapemeniyê hatiye zêdekirin û got: ‘’Talîbanê rojnameger û çapemenî gelekî sînordar kirin. Tu kes newêre van bûyeran bike nûçe.’’
Rêxistinên mafên morovan diyar dikin ku pergala hiqûqê ya di bin rêveberiya Talîbanê de hatiye avakirin, dûrî parastina jinan e. Rêxistina mafên mirovan a Efxan ya bi navê Rawadarî têkildarî belgeya daraziya sûcî ya ji aliyê Serokê Talîbanê Hibetullah Ahundzade ve hatiye îmzekirin û ji hemû dadgehên li seranserê welêt re hatine şandin fikarên cidî anîn ziman.
Rawadarî da zanîn ku belge bi awayekî eşkere li dijî standartên mafên mirovan ên navneteweyî û prensîbên sereke yên darizandina adilane ne.
Rêxistinê da zanîn ku belgeya berbehs awayên din ên tundiya fîzîkî, derûn yan jî zayendî bi awayekî eşkere qedexe nekirine.
Rayedarên Talîbanê jî rexneyên têkildarî nedîtina tundiya li ser jinan red dikin. Ferqa di navbera daxuyaniyên fermî û rastiya ku jin rû bi rû dimînin gelekî mezin e. Pergala Talîbanê ya jinan ji perwerdeyê, jiyana karî û qadên raya giştî dûr dixe, jinên ku tundiyê dibînin zêdetir bêparastin dihêle.







