Jina tundî lê hat kirin hat binçavkirin
- 17:51 22 Gulan 2026
- Rojane
WAN - Koma zabitayên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, firoşkarekê jin derb kirin. Polîsên ku sewqî cihê bûyerê hatin kirin, ew jin binçav kir.
Koma zabitayên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di destê qeyûm de ye, li Qada Beşyol a navçeya Rêya Armûşê jinekê firoşkar derb kirin. Polîsên ku sewqî cihê bûyerê hatin kirin, jina ji aliyê zabitayan ve hatibû derbkirin, binçav kir.
Şahidên bûyerê, anîn ziman ku jina firoşkar ji aliyê zabitayan ve hatiye derbkirin, lê dema xwestina mudaxile bikin hatine astengkirin. Polîs bêyî ku jina hatiye derbkirin bibe nexweşxaneyê birin Mudiriyeta Emniyetê ya Navçeyê.







