Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê:Dê xeyalên wan nîvco neminin
- 22:16 20 Nîsan 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di meha 129’an a komkujiyê de li Îzmîrê daxuyaniyek da û hat diyarkirin ku ew ê li dijî polîtîkaya bêcezahiştinê û tecrîda li girtîgehan, têkoşîna xwe ya edaletê heta dawiyê bidomînin.
Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, di meha 129’an a Komkujiya Pirsûsê de li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hat vekirin.
‘Xeyalên wan nîvco namînin’
Metna daxuyaniyê li ser navê Înîsiyatîfê ji aliyê Hidir Alî Kiliç ve hat xwendin. Hidir Alî Kiliç anî ziman ku doza Komkujiya Pirsûsê li şûna ku faîlên rastîn derxîne holê, bi pratîkeke dadwerî ya teng tê meşandin û dosya tenê bi kesê êriş pêk aniye ve hatiye sînordarkirin. Sedema van êrişan polîtîkaya bêcezahiştinê ye û got: “Tevî ku gelek dane hene ku beriya komkujiyê êrişkar û hucreya DAIŞê ya ku pê ve girêdayî ye di bin agahiya yekîneyên ewlehiyê de bûne jî, ev agahî nebûne mijara lêpirsîneke bi bandor. Berpirsyariya yekîneyên îstîxbarat û ewlehiyê hatiye nedîtin û bi biryarên nepenî yên li ser dosyaya dozê re rê li ber derketina rastiyê hat girtin. Îro em careke din dibêjin: Komkujiya Pirsûsê ne êrişeke xweser e; komkujiyeke rêxistinkirî ye. Ji ber vê yekê divê ne tenê tetîkkêş, lê her kesê ku rê li ber vê komkujiyê vekiriye were darizandin.”
Kiliç diyar kir ku ew wekî malbatên kesên di Komkujiya Pirsûsê de nemir bûne, birîndar, parêzer û yên ku daxwaza edaletê mezin dikin û wiha domand: “Divê hemû faîlên rastîn ên berpirsiyar derkevin holê, der barê wezîfedarên giştî yên îhmal û berpirsyariya wan heye de lêpirsîneke serbixwe û bi bandor were meşandin, bersûcên fîrarî werin girtin û derxin pêşberî dadgehê. Em daxwaz dikin ku Komkujiya Pirsûsê wekî ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ were hesibandin, demborî neyê sepandin û darizandineke adil, şefaf û bi bandor were kirin. Îro, li wê erdnîgariya ku 33 rêwiyên xeyalan bi daxwaza avakirina bajarekî ber bi wê ve diçûn, şer, rûxandin û komkujî berdewam dikin. Dema ku polîtîkayên şer ên emperyalîst gelan tînin beramberî hev; îdealên rêwiyên xeyalan ew bû ku di navbera gelên bindest de bibin pira piştgiriyê û li dijî şerên serdestan piştgiriyeke çalak û rastîn mezin bikin. Xeyala wan cîhanek bû ku gel tê de bi wekhevî, azad û di nava aştiyê de bijîn. Xeyalên wan nîvco namînin.”
‘Ji Pirsûsê re edelat, ji her kesî re edalet’
Alî Kiliç destnîşan kir ku wan ala şehîdên Pirsûsê dewr girtine û ev 129 meh in têkoşîna xwe didomînin. Kiliç diyar kir ku ew rû bi rûyê ferzkirina sirgûn û sewqkirinê ne û got: “Dostên me ji ber ku li dijî tecrîd û şopandina bi kamerayan a 24 saetan derketin, sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kandirayê, Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Sîncanê û Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Sîncanê hatin kirin. Lê belê ev êriş dê bêbersiv nemînin. Em ê hemû dostên xwe, endamên înîsiyatîfê û gaziyên Pirsûsê yên ku ji ber têkoşîna edaletê hatine girtin, ji zindanan derxin. Ew her tim bi me re bûn; gava sibe derkevin jî em ê di heman têkoşînê de mil bi mil bin. Heta ku edalet pêk were, çend meh derbas bibin bila bibin, em ê her meh di roja 20an de li vir bibin dengê 33yan û dengê têkoşîna wan. Em; ji kêliya yekem a komkujiyê heta îro, bi zanabûna ku têkoşîna ji bo ronîkirina hemû komkujiyên li vê axê hevpar e, li her kolanê me navê rêwiyên xwe yên xeyalan qêriya. Cîhana azad a di xeyalên 33yan de, cîhanek e ku hemû ev têkoşîn tê de digihîjin hev û edaleta rastîn lê pêk tê. Li dijî kesên ku hewl didin têkoşîna me ya di şexsê rêwiyên xeyalan de krîmînalîze bikin, em ê dev ji gotina ‘Ji pirsûsê re edalet, ji her kesî re edalet!’ bernedin. Bila li girtîgehan dawî li îşkenceyê were anîn. Bila girtiyên siyasî werin berdan.”







