Li navendên Ewropayê coşa 4’ê Nîsanê
- 21:40 4 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 77’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Cenevre, Hamburg û Essenê bi çalakiyên curbecur hate pîrozkirin.
Li Navenda Civaka Demokratîk a Cenevreyê, bi pêşengiya Komuna Jinan a Şehîd Sema Yuce çalakiyek hate lidarxistin. Tevlî welatparêzên Kurdistanî, gelek zarok jî beşdarî bernameyê bûn. Bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Piştî axaftina vekirinê, helbesta bi navê "195 Zarok" ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala par ji bo zarokan nivîsandibû, hate xwendin. Beşdaran bi baldarî li sînevîzyona ku behsa jiyana Abdullah Ocalan, cîhana wî ya ramanî û têkoşîna wî ya li ser bingeha biratiya gelan dikir, temaşe kirin.
Çalakî bi muzîka Komuna Çandê ya Cenevreyê berdewam kir. Di pîrozbahiyê de ku govend hatin gerandin, perspektîfên neteweya demokratîk, azadiya jinê û civaka ekolojîk derketin pêş. Di çalakiya bin pêşengiya komuna jinan de, cihgirtina zarokan di navendê de bal kişand.
Hamburg
Li Parka Sternschanze ya Hamburgê gelek Kurdistanî û dostên wan hatin cem hev. Piştî rêzgirtinê, parlamentera berê ya HDP’ê Fatma Kurtulan axivî. Fatma Kurtulan diyar kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne rojbûneke asayî ye, ji bo gelê Kurd serdemeke dîrokî ye.
Fatma Kurtulan bi bîr xist ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de gelek pêşeng bi encamên trajîk re rû bi rû mane, lê Rêberê Gelê Kurd ji van ezmûnan ders derxistiye û saziyeke lîdertiyê ya bihêz ava kiriye. Kurtulan destnîşan kir ku xeta siyaseta demokratîk di nav civaka Kurd de rûniştiye û bang li Kurdistanîyên li diyasporayê kir ku li dora vê paradîgmayê bibin yek.
Di dema çalakiyê de dirûşmeyên “Rojbûna te pîroz be ey Serokê me” hatin berzkirin û pîrozbahî bi tilîlî û govendan bi dawî bû.
Essen
Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Essenê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Essen'ê bi boneya 4’ê Nîsanê 77’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîrozbahî hat li darxistin.
Di pîrozbahiyê de deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêz girtinê Hevseroka Meclîsa Gel a Essenê Gulhan Ozkan bi xêrhatina beşdaran kir. Piştre li ser navê KOMAV'ê Nazîre Gultekîn axivî. Nazîre Gultekîn balkişand ser wateya 4 Nîsanê û wiha got: " Rojbûna gelê Kurd, Rojbûna mirovahiyê li şehîdên têkoşîna azadiyê, li hemû şervanên azadiyê, li zarokên Kurd, li dayîk û bavên şehîdên me û li Kurdistaniyan pîroz be. Rojbûna Rêber Apo rojbûna Netewa gelê Kurde û em anîne vê astê. Rojbûna Rêber Apo îro netewek avakirî." Piştî axaftina Gultekîn li ser navê YJK-E Hevala Çîçek axivî û balkişand ser wateya 4’ê Nîsanê û wiha got: "Bi saya berxwedana rêber Apo gelê Kurd bi Cîhanê hat nasîn û bû xwediyê destkeftiyan. Rojbûna mirovahiyê di serî de li jina Kurd, li şervanên tevgera azadiya, li berxwedêrin li zindanan, li gelê Kurd û li têkoşerên cihanê pîroz be. Rojbûna Rêber Apo rojbûna jina azad e. Jina têkoşer û berxwedêr e. Her wiha hevala Çîçek balkişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha axîvî: “Divê Rêber Apo azad bibe, din ava gele xwe de be, dengê wî bigihîje herkesi. Heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê têkoşîna xwe b”domînin."
Piştî axaftinan, Hozan Welat derket ser dîkê.
Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.







