‘Heta ku azadiya fîzîkî were misogerkirin em ê li qadan bin’

  • 09:09 1 Nîsan 2026
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Nurten Uzumcu li ser bernameya ku bi minasebeta 4’ê Nîsanê li dar bixin axivî û ev bangawaziyê kir, “Pir girîng e ku hemû jin di 4’ê Nîsanê de beşdarî mihrîcanê û her wiha meşa Gemlikê de bibin. Em dixwazin dubare bikin ku heta azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan neyê misogerkirin, em ê li kolanan bin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bernameyên xwe yên 4’ê Nîsanê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Dema jinan, dema azadî û hevdîtina bi rêberekî azad re ye” eşkere kir. TJA’yê ragihand ku ew ê di 4’ê Nîsanê de li Rihayê û di 19’ê Nîsanê de jî li Gemlîkê bin. Aktîvîsta TJA’yê Nurten Uzumcu têkildarî bernameyê axivî.
 
‘Ev paradigma ji gelan re bû hêvî’
 
Nurten Uzumcu diyar kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn jî girîng e.  Nurten Uzumcu destnîşan kir ku bi vê paradîgmayê, hêviya jiyana bi hev re ya hemû gelan îro ji nû ve zindî bûye û wiha domand, “Bi taybetî bi pêvajoya ku di 27’ê Sibatê de dest pê kir, me careke din dît ku çawa gel û jinan di 8 û 21’ê Adarê de di pîrozbahiyên Newrozê de bi derketina kolanan ev pêvajo hembêz kirin. Ji ber ku ev paradîgma û ev pêvajo hêviyê dide gel. Dema ku em li serdema krîtîk a ku em tê de ne dinêrin, em dibînin ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û PKK’ê gav avêtine. Di nav gel de hestek xwedîderketinê li hember van gavan heye, lê dewletê hîn ti gavên berbiçav neavêtiye. Divê êdî ev bibe. Pêwîst e dewlet erkên xwe bicîh bîne.  Divê ew xwedî li pêvajoyê derkevin. Ji ber ku ev bangewazî di dîrokê de bêhempa ye. Girîng e ku gel xwedî vê bangewaziyê derbikeve.”
 
‘Ew yek ji rêberên kêmdîtî yên sedsala 21’an e’
 
Nurten Uzumcu bi lêv kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 77 sal in têkoşîneke mezin dimeşîne û armanca vê têkoşînê ew e ku gelan bîne ligel hev. Nurten Uzumcu her wiha diyar kir ku Abdullah Ocalan gotiye ku divê jin bi serbixwebûnê di hawîrdorek azad de jiyana xwe bijîn û wiha pê de çû: “Di têkoşîna xwe ya 76 salan a ji bo jiyanê de, 53 sal di tecrîdeke giran de derbas kiriye, bi dijwarî û berpirsiyariyên mezin re rû bi rû ye. Em li vir behsa rêberekî dikin ku jiyana xwe ji bo vê têkoşînê terxan kiriye. Birêz Abdullah Ocalan yek ji rêberên kêmdîtî yên sedsala 21’an e, ji ber ku wî hişt ku gelekî bêhna wan hatibû birîn, dîsa bêhnê bigirin. Wî hişt ku gelek ku axa wan hatibû wêrankirin dîsa li ber xwe bidin û ji ber vê yekê ew di bin tecrîdeke ewqas dijwar de tê girtin.”
 
‘Berpirsiyariya herî mezin li ser milê jinan e’
 
Nurten Uzumcu destnîşan kir ku jin di hemû karên xwe de azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan li ber çavan digirin û wiha pê de çû, “Di çarçoveya kampanyaya ku me di 8’ê Adarê de da destpêkirin de, me li hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî çalakî, xebat û bername pêk anîn. Îro, em dixwazin teqez bikin ku em ê bi jinan re hevdîtin bikin da ku hem di derbarê azadiya fîzîkî û hem jî xwedîderketina li pêvajoyê de xebatek cidî bikin. Di vê pêvajoyê de, divê jin xwedîderketinê bigirin ser xwe û rol û mîsyonek ji bo xwe diyar bikin.  Di heman demê de em hemû bi berpirsiyariyeke mezin ji bo rêxistinkirin û jiyandina vê paradîgmayê hildigirin ser xwe. Ev dikeve ser milê gel û jinan. Bi vê hişmendiyê, em ê di vê dema kampanyayê de bi qasî ku ji destê me tê bixebitin, kolan bi kolan, tax bi tax, mal bi mal bigerin û xwe bigihînin hemû jinan.”
 
‘Heta azadiya fîzîkî neyê mîsogerkirin em ê li qadan bin ’
 
Nurten Uzumcu di dawiya axaftina xwe de wiha axivî: “Îro li gelek bajarên Kurdistanê amadekariyên 4’ê Nîsanê dest pê kirine. Em dixwazin bibêjin ku 4’ê Nîsanê di nav me de kelecan û moralek mezin çêkiriye. Hemû xebat bi coş û moralek mezin tê meşandin. Di 4’ê Nîsanê de li Amarayê, em ê careke din hilhatina xwe û têkoşîna xwe ya li dijî pergala zordar bînin ziman. Bi van hestan di hişê xwe de, pir girîng e ku hevalên me yên jin xwedî li hemû karên ku em dikin derkevin, beşdar bibin û wekî erk û berpirsiyariyekê bibînin. Pir girîng e ku hemû jin di 4’ê Nîsanê de beşdarî mihrîcanê û her wiha meşa Gemlikê bibin. Em dixwazin dubare bikin ku heta azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan neyê misogerkirin, em ê li qadan bin.”