Jinên Hîndîstanî çû serdana Amarayê

  • 19:43 27 Adar 2026
  • Rojane
RIHA - Nûnerên saziyên jinan yên ji Hîndîstanê hatin, mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li Amarayê ziyaret kirin.
 
Heyeteke ku ji nûnerên saziyên jinan yên Hîndîstanê pêk dihatin, ku ji bo bernameya Newroza Amedê hatibûn, piştî bernameyê mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li gundê Amara ya Xelfetî ya Rihayê ziyaret kirin. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî tevli hevdîtinê bûn.  Heyet ji aliyê Mehmet Ocalan, Alî Ocalan, hevşaredara Xelfetiyê ya qeyûm tayînê şûna wê bibû Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, rêxistina DEM Partî ya Xelfetiyê û gelek welatiyan ve hat pêşwazîkirin.
 
 Mehmet Ocalan û Alî Ocalan der barê hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re agahî dan û jinên Hîndîstanê jî xebatên der barê paradîgma Abdullah Ocalan dimeşîninde parve kir.