Li Amedê agirê Newrozê hate vêxistin

  • 12:32 21 Adar 2026
  • Rojane

      

AMED - Li Amedê agirê Newrozê bi coşeke mezin hate hilkirin. 
 
Cejna Newrozê ya li Amedê, li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê ya Amedê bi dirûşma “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” tê pîrozkirin. 
 
Di pîrozbahiyê de coşeke mezin heye û agirê Newrozê hate hilkirin. Di dema hilkirina agirê Newrozê de coşa welatiyan derket lûtkeyê û gelek welatiyan cilên xwe avêtin nava agir û agir gurtir kirin.