Li 6 navendên Rojava û Sûriyeyê Newroz tê pîrozkirin

  • 10:57 21 Adar 2026
  • Rojane
RIHA - Li Amûdê, Dêrik, Girkê Legê, Kobanê, Şam û Helebê Newroz tê pîrozkirin. 
 
Kurdên û dostên wan ên bajarên Amûdê, Girkê Legê, Dêrik, Kobanê, Şam û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îro Newroz pîroz dikin. Pîrozbahî bi dirûşma “Em Newrozê bikin cejna Azadiya Rêber Apo û yekitiya demokratîk a Kurdan” bê pîrozkirin.
 
Şêniyên bajar û gundewarên Çilaxa û Girkê Legê dê îro li gundê Hilêq, şêniyên Dêrikê li qada Şehîd Çîçek, şêniyên Amûdê li gundê Çaxir Bazar, şêniyên Kobanê dê li Girê Miştenûr pîroz bikin. Kurdên li Şamê û dostên wê jî dê îro Newrozê li herêma Meşrû Dumer-Staduyma Feyha- nêz Nexweşxaneya Dil pîroz bikin û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dê li herêma Şiqêf Newrozê pîroz bikin. Di vê çarçoveyê de komîteyên amadekar qad û dikên pîrozbahiyên bi al û sembolên Kurdî xemilandine.
 
Girse dê saet derdora 10.00'an biherike qadên pîrozbahiyên. Agirê Newrozê dê saet di 11.00'an de were pêxistin û pîrozbahî dest pê bike.
 
Newroza li Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê û Tirbespiyê taloqî 24'ê Adarê hat kirin. Pîrozbahî dê saet 11.00'an li cihên ku berê hatibûn diyarkirin werin kirin.