Li Qendîlê pîrozbahiya Newrozê ya bi heybet

  • 20:57 20 Adar 2026
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qendîlê bi beşdariya deh hezaran kesan Newroz hat pîrozkirin. Rexmê baranê jî meşeke bi meşaleyan hate lidarxistin.
 
Çiyayê Qendîlê yê ku di nava sînorên Herêma Federe ya Kurdistanê de ye, mazuvantî ji pîrozbahiyekê mezin a Newrozê re kir ku tê de deh hezaran kes hatin ba hev. Tevî baranê jî, di pîrozbahiyê de meşeke bi meşaleyan hate lidarxistin û fîşekên hewayî hatin teqandin. Di pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan, girseya ku li dora agirê Newrozê civiya, bi coşekê mezin govend gerand.