Di kontînerê de şewat derket: Dayikek û 5 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan

  • 12:53 20 Adar 2026
  • Rojane
ANTALYA - Li navçeya Kepezê di kontînerekê de şewat derket. Di şewatê de dayikekê û 5 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan. 
 
 Şevê din saet dedora 01.30’ê de li Taxa Gazîler a navçeya Kepezê ya Antalyayê di saetên şevê de di kontînerekê de şewat derket. Bi derketina şewatê re komên agirkujiyê, cendirme û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî mudaxileyê şewat hate vemirandin. 
 
Hat zanîn ku di şewatê de jina bi navê Leyla Elalî (27) a ducanî û zarokên wê Muna Ahmed (9), Fatma Ahmed (8), Hayat Ahmed (7), Iman Ahmed (5) û Mahmud Ahmed’in (4) jiyana xwe ji dest dane.  Şevvah Ahmed (29), Mahmud Ahmed (53), Ahmed Ahmed (2) û xwediyê kargeha kontîneran Rahman Genç (51) ên ji ber dûyê bandor bûn jî rakirin nexweşxaneyê. 
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.