‘Heta jin azad nebin azadiya civakê jî ne pêkan e’
- 09:06 12 Adar 2026
- Rojane
STENBOL- Aktîvîsta TJA’yê Rahîme Kurkçu diyar kir ku "Jin jiyan azadî" ji dirûşmeyekê wêdetir, felsefeya jiyanê ya ku zincîrên koletiyê yên 5 hezar salî parçe dike ye. Rahîme Kurkçu wiha got: “Heta jin azad nebe civak jî ne azad e.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya pêvajoya ku ji serê sala 2025’an hatiye destpêkirin heta niha peyama daye jinan li dora rêgeza "Jin azad nebe civak azad nabe" bi teşe bû. Abdullah Ocalan diyar kir ku pêşengên pêvajoyê jin in û got pêvajo ne tenê berdana çekan e, ‘peymana civakî’ ya li ser esasê jinbûnê ye û divê jin di maseyên aştiyê de wek hêz cih bigirin. Rêberê Gelê Kurd di salvegera pêvajoyê de daxuyakirin ku divê ji pêvajoya bêpevçûn derbasî asta "avakirina pozîtîf" bibin û ev modela nû jî ji ser meclîs, komunên jinan bi mdoela civaka demokratîk pêkan e.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rahîme Kurkçu der barê pêvajoya ‘aştî û civaka demokratîk’ de nrixandin kir.
Rahîme Kurkçu li ser têkoşîna azadiya jinan sekinî û diyar kir ku têkoşîna jinan berxwedana dîrokî ye û wiha pê de çû: “Ev 5 hezar sal e li ser nasnameya jinan zextên sosyolojîk tên kirin û jinan li dijî vê têkoşîna xwe bê navber meşandine û heta îro anîne. Em şopa vê zextê di rewşên herî paqij yên civakê yên 10 hezaran sal berê de jî dibînin. Yanî jinan di her pêvajoyê de her serdemê de têkoşîn meşandine û heta îro hatine. Li ku derê cîhanê dibe bila bibe rastiya ku jin pê re tên rû hev yek e. Îro tundî û zextên li ser jinan, qetilkirinên jinan bi hevkariya zîhniyeta serdest pêk tê. Lê van zextan pêşî li meşa azadiya jinan negirtiye.”
Felsefeya jin jiyan azadî
Rahîme Kurkçu daxuyakirin ku têkoşîna azadiya jinên Kurd ji hemû tevgerên jinên cîhanêre bûye çavkaniya îlhamê û wiha domand: “Em li sedsala dawî dinêrin, jinên Kurd bi berxwedana xwe herikbariya dîrokê guhertine. Dîrok nivisî ne. Ji Leyla Qasim heta Zekiye Alkan, ji Berîtanan heta Zîlan hemû hevalên zindanan ev rêwîtî baweriyek mezin hatiye hûnandin. Jin li dijî pergalê li ber xwe diidin, têdikşin. 'Jin jiyan azadî' ne tenê dirûşmeyek e; felsefeya jiyanê ye, pergala fikr û ramanê ye. 'Jin jiyan azadî' ji dirûşmeyekê wêdetir, felsefeya jiyanê ya ku zincîrên koletiyê yÊN 5 hezar salî parçe dike ye. Jin azad nebe civak jî azad nabe. Heta ji bo jinan zemînek azadiyê neyê avakirin, azadiya civakê jî ne pêkane. Jin di her qada jiyanê de têdikoşin.Ev têkoşîn îsal di 8’ê Adarê de hîn gûrtir bû û wê bi Newrozê re bidome. Jin xwedî li pêvajoyê derkevin. Ev berpirsyarî ya me hemûyan e. Divê her kes erka xwe bîne cih.”







