Li Rojhilat û Îranê şîna giştî hate ragihandin
- 12:58 18 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo kesên di xwepêşandanan de hatine qetilkirin, şîna giştî hate ragihandin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo kesên di xwepêşandanan de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin, şîna giştî hate ragihandin.
Tê gotin ku hêzên rejîmê li gelek bajaran gef li xizmên welatiyên hatine qetilkirin xwarine û êrîşî wan kirine. Herwiha tê gotin ku rejîmê gelek deriyên goristanan girtiye û derdora goristanan hêz belav kiriye û rê li şîna giştî ya ji bo qurbaniyan hatiye ragihandin, digire.
Xizmên kesên hatine qetilkirin, li ser medyaya dijîtal behsa gefên hêzên rejîmê dikin, hate diyarkirin ku gelek kes ji bo saziyên îstîxbaratê tên bangîkirin, gef li wan tê xwarin. Herwiha tê gotin gelek hêzên rejîmê li ber derê malên welatiyan hatine bicihkirin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye di 28’ê Kanuna 2025’an de li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê dijî zilm û zordariya rejîma Îranê xwepêşandanan destpê kir.







