Kovara Der Spiegel li Hamburgê hat protestokirin
- 20:21 9 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Der Spiegel a ku navenda wê li Hamburgê ye ji ber ku li ser têkoşîna jinên Kurd li Rojava nûçeya manîpulatîf weşand hate protestokirin.
Li ser banga Meclisa Jinan a Rojbîn a Hamburgê bi beşdariya gelek Kurdistaniyan mitîng hat lidarxistin.
Mitînga ku li ber avahiya kovara Der Spiegelê hat lidarxistin bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şervanên jin ên ku li Rojava şehîd bûne, dest pê kir. Cîgira Seroka Koma Partiya Çep a Eyaleta Hamburgê Heike Sudmann, di mîtîngê de axivî û heyraniya xwe ji bo têkoşîna jinên Kurd anî ziman. Heike Sudmann diayr kir ku Der Spiegel a ku vê têkoşînê paşguh dikin û berovajî dike, nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku partiya wê wê timî li kêleka têkoşîna jinan bisekine.
Aktîvîsta mafên mirovan û nivîskar Anja Flach diyar kir ku xeta weşana Spiegel xizmetê ji zîhniyeta DAÎŞ û HTŞ’ê re dike û anî ziman ku heta kovar lêborînê ji jinên Kurd bixwaze wê çalakiyên wan berdewam bikin.
Li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hamburgê Hediye Bakrak axivî û diyar kir ku berxwedana jinên Kurd a ku li çaraliyê cîhanê tê nasîn, bi nûçeyên bi vî rengî tê biçûkxistin û ev weşan cesaretê dide komên cîhadîst.
Di çalakiyê de pankartên "Şoreşa Jinan a nli Rojava biparêzin" û "Şoreşa Jinan şoreşa ji bo mirovahiyê ye" hatin vekirin û dirûşmeya "Bijî Berxwedana Rojava" hat berzkirin.







