Halîde Turkoglû: Tu astengî nikare israra jinan a ji bo aştiyê rawestîne
- 11:08 5 Sibat 2026
- Rojane
AMED - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ku têkildarî geşedanên li welat, herêmê û cîhanê civîna çapemeniyê li dar xist wiha got: “Tu astengî nikare israra jinan a ji bo aştiyê rawestîne.”
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû li avahiya DEM Partiyê ya Amedê têkildarî rojevê civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên DEM Partiyê tev li civînê bûn. Halîde Turkoglûyê geşedanên li welat, herêmê û cîhanê nirxand.
Halîde Turkoglû di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser salvegera erdheja 6'ê Sibatê û wiha got: “Di salvegera erdheja 6'ê Sibatê de, em hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Tevî ku sê sal di ser vê karesatê re derbas bûne jî, li herêmên erdhejê pirsgirêkên bingehîn ên mîna av, ceyran û stargehê ji bo jin û zarokan hîn jî berdewam dikin. Sedema veguherîna erdhejê ya ber bi karesatekê ve, polîtîkayên rantxwir ên desthilatê û peydanekirina çareseriya ne. Li dijî vê pergala ku xizanî û neyeksanî kûr kiriye, mezinkirina piştevaniyê wezifeyeke bingehîn e. Polîtîkayên necezakirinê yên di bin siya kuştina 55 hezar mirovan de, wekî şermeke hiqûqî û mirovî li ber çavan e.”
Halîde Turkoglûyê da zanîn ku desthilata ku li ser aqûbeta zarokên windabûyî yên dema erdhejê bêdeng dimîne, bi îdîaya “zarokên winda nînin” nikare xwe ji berpirsiyariyê xelas bike û ev tişt gotin: “Dosyaya Epstein nîşan da ku di nava torên fihûş û bazirganiya mirovan de aktorên navneteweyî çawa cih digirin. Em bi tundî li dijî vê pergala rizîbûyî ya ku zarokan di saziyên dewletê de ber bi fihûşê ve dehf dide, derdikevin.”
Halîde Turkoglûyê anî ziman ku rejîmên li Rojhilata Navîn, bi taybetî rejîma Talîban û Molla, bi polîtîkayên li dijî jinan hewl didin pergala xwe ya şerxwaz biparêzin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Afganistanê, qedexekirina perwerdehiya keçan û qanûnîkirina tundiya li ser jinan, diyardeyên koletiya nûjen in. Lê belê, divê baş bê zanîn ku felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dê li hemberî van rejîmên faşîst bi ser bikeve. Li Îranê, tevî ku zêdetirî 20 hezar kes hatine qetilkirin û bi sedan jin di girtîgehan de bi îşkenceyê re rû bi rû ne jî, îradeya azadiyê nayê şikandin.Tu astengî nikare israra jinan a ji bo aştiyê rawestîne.”
Halîde Turkoglûyê da zanîn ku modela Rêveberiya Xweser ku li dijî tarîtiya DAIŞ'ê pêş ketiye, diparêzin û wiha bi lêv kir: “Hewldanên ji bo tunekirina Şoreşa Jinan a Rojava ku bi êrîşên li ser taxên Kurdan û îşkencekirina cenazeyên jinan hatine meşandin, sûcên şer in. Li Tirkiyeyê, binçavkirina jinên ku van komkujiyan protesto dikin û hevşaredarên me yên ku pankartên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daliqandine, şermeke mezin a darazê ye.”
Halîde Turkoglûyê destnîşan kir ku dorpêça li ser Kobanê, tolhildana têkçûna DAIŞ'ê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê demildest bê vekirin û korîdora alîkariyê ya mirovî dest pê bike. Di heman demê de, ji bo pêşketina aştiyeke birûmet li vê xakê, divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bê mîsogerkirin û gavên berbiçav bên avêtin. Zêdebûna kuştina jinan û şerê taybet ji hev qut nîne. Em piştgiriya xwe ya ji bo xebatkarên jin ên Depoya Migrosê ku li dijî kedxwarin û tacîzê li ber xwe didin, radigihînin. Daxwazên wan ên wekî ji sedî 50 zêdekirina mûçeyan û parastina mafên sendîkayî, daxwazên me ne. Her wiha, em daxwaz dikin ku hevalên me yên ji ESP'ê û SKM'ê yên bi operasyonên siyasî hatine binçavkirin, derhal bên berdan.”







