Kurd ji bo Rojava li Canberrayê li hev civiyan
- 11:56 5 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrişên li ser gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê, li ber parlamenta li bajarê Canberra yê Awûstralyayê çalakiya şermezarkirinê hate lidarxistin.
Kurdistaniyên li bajarên cuda yên Awûstralyayê li gel dostên xwe li Canberrayê li hev civiyan û fikarên xwe yên li ser Rojava nîşan dan.
Senatorê Green Party David Shoebridge beşdarî çalakiya şermezarkirinê bû û anî ziman ku divê destketiyên Rojava bêne parastin. Senator David Shoebridge diyar kir ku gelê Kurd bi berdêlên giran ev destketî bi dest xistin.
Endamê Meclîsa Konseya Rojava Navîn a NSW'ê Îsmet Taştan, Hevserokê Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk Brûsk Aeiveri û Berdevkê KNK'ê Heval Herkî li çalakiyê axivîn û destnîşan kirin ku gelê Kurd ji her demê bêhtir pêwîstiyê bi yekîtiyê dibîne û ji bo parastina Rojava banga yekîtiyê li gelê Kurd û dostan kirin.







