Berdevka YJAD’ê: Parastina Kobanê parastina mirovahiyê ye
- 09:05 30 Çile 2026
- Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
ÎZMÎR - Berdevka YJAD’ê Songul Morsumgul da zanîn ku îdeolojiya alternatîf a li Rojava derketiye holê netew dewlet ên kapîtalîst nerehet kiriye û got ji ber vê jî Rojava hedef tê girtin.
Êrîşên HTŞ û çeteyên bi piştgiriya Tirkiyeyê ji 6’ê Çileyê de ye li dijî Rojava û Sûriyeyê didomin. Ji roja êrîşan dest pê kiriye hat îdiakirin ku gelek caran agirbest hatiye îlankirin lê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) di daxuyaniyên da de da zanîn ku çeteyên HTŞ’ê agibest ji 20 carî zêdetir binpê kiriye. Ji her derê cîhanê li dijî êrîşan seferberî û têkoşîn didome.
Berdevka Yekîtiya Jinên Elewî Yên Demokratîk (YJAD) Songul Morsumbulder barê girîngiya parastina Rojava de axivî û got: “Em berpirs in ku têkoşîn azadiya civakî ya mirovahî, jin û zarokan a li Rojava biparêzin.”
‘Rojava modernîteya kapîtalîst nerehet kir’
Songul Morsumbul destnîşan kir ku jin û gelên li Rojava li dijî çeteyên HTŞ’ê berxwedanek mezin didin û got mezinkirina vê berxwedanê wê ji hemû kesî re azadiyê bîne û got: “Ez xebatkarên çapameniya Kurd û çapemeniya jinê yên heqîqetê digihînin gel silav dikim. Li Rojava sûcê mirovahiyê tê kirin û li dijî vê qirkirinê mirovanî bi rihê seferberiyeke mezin têdikoşe. Hêzên emperyalîst û kapîtalîst, ji bo komên kapîtalîst hîn bêtir têr bike, bawerî, jin, kedkar, xwezayê hedef digire. Di berxwedana 11 salan a Kobanê de, di berxwedana 13 salan a li Rojava de îdeojiya azadiyê ket jiyanê. Ev îdeolojî ne tenê aydê Kurdan, pespektîfke azadkirina civakê bû û vê perspektîfê di kapîtalîst, femînîst, ekolojîk ji bo cîhaneke nû kelecanî kirin. Li Rojava berxwedanek mezin pêk hat. Vê jî modernîtea kapîtalîst nerehet kir. Sedema wê ev bû ku ev îdeolojiya alternatîf a xurt veguherî mekanîzmayeke ku rêxistin dike. Rojava ku wek şoreşa jinê tê binavkirin li hemû cîhanê hat qebûlkirin.”
‘Jin û gelan, DAIŞ têk bir’
Songul Morsumbul diyar kir sedemek xwedîderketina li Rojava heye û got: “Cîhan divê xwedî li Rojava derkeve. Sedema vê ev e ku DAIŞ ji bo cîhanê xetereyê diafirîne. Dema DAIŞ’ê Êzidî qetil kirin cîhanê got em çawa ji vê belayê xilas bibin. Şervanên Kurd, jin û ciwanên Kurd, gelan û baweriyan bi têkoşîna xwe DAIŞ têk birin. Hêzên modernîteya kapîtalîst planên ku van hêzên paramîlter li ku derê bikar bîne kir. Vê Amerîkayê kir, Tirkiyeyê kir û Israîlê kir. Niha li ser erdnîgariya me belayek mezin digere. Ev bela jî hema wisa bixwe nehat.”
‘Têkoşîna çekdarî li dijî faşîstan hat dayîn’
Songul Morsumbul balkişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk a li Tirkiyeyê û wiha got: “Ji 1’ê cotmeha 2024’an de pêvajoyeke aştiyê hat destpêkirin. Bi vê pêvajoyê re her kesî ku Elewî jî nav de gotin em li pişt vê pêvajoyê ne. Me berê jî şahidiya pêvajoyên aştiyê kir û çawa ketin, me ew jî dît. Îro jî li dora Kobanê bi îsrar li dijî îdeolojiya Kurd şer hatiye destpêkirin. Ev şer tenê bi Tirkiyeyê vegotin wê kêm bimîne. Welatên DYA, Îngîlîstan, Israîl an jî Yekitiya Ewropayê ji vê serbixwe nînin. Hemû jî hevkar in.”
‘Kurd xwedî îdeolojiyek xurt in’
Songul Morsumbul destnîşankir ku li ser gelê Kurd qirkirinek tê meşandin û Kurd li dijî van êrîşan xwedî îdeolojî û tecrubeyeke xurt in. Songul Morsumbul seferberiya li Rojava hatiye îlankirin bibîr xist û got: “Ev seferberiya Elewiyan e jî. Xwedîderketina li Seferberiyê berpirsyariya me ye. Em di meha Xizir de ne. Xizir diçe alîkariya yên di zor û tengasiyê de. Erdnîgariya me her tim herêmeke dijwar e. Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e. Em dikarin bêjin ku mudaxaleya li Rojava, mudaxaleya li aştî û civaka demokratîk e. Projeya ku Rêberê Gelê Kurd daniye holê, dikare qedera Rojava biguhere û netew dewletên kapîtalîst bîne ser rê ye. “
‘Jinan berxwedan wek rêgez danîne pêş xwe’
Songul Morsumbul destnîşan kir ku li dijî êrîşan kampanya îmzeyan didin meşandin û got: “Ji her derê cîhanê piştgiriya ji bo kampanyayê heye. Li dijî vî sûcê mirovahiyê hestiyariyek heye. Toreke dîplomasiyê ya cidî heye li vir. Dîplomasiya ku belkî jî divê 10 salan de bihata kirin me di 10 rojan de ev kir. Me dît, dostên Kurdan hene. Ger em hev razî bikin ev razîbûn wê di pêkanîna azadiyê de jî bi bandor be. Jinan berxwedan ji xwe re wek rêgez dîtin. Dilê wan li Rojava davêje. Ligel jin, zarok û gelên Rojava cih girtin berpirsyariya me ye.”







