Li Başûr dê roja înê ji bo Rojava çalakiyên girseyî bên kirin

  • 21:34 28 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wê roja Înê di bin dirûşmeya “Yekîtiya Kurdan” li hemû deverên Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya berxwedana rûmetê ya gel û şervanên Rojavayê Kurdistanê meşên girseyî werin lidarxistin.
 
Di çarçoveya berdewamkirina helwesta netewî a piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê, biryare roja Înê (30’ê Çileyê) li hemû deverên Başûrê Kurdistanê wê ji bo piştgiriya berxwedana rûmetê ya gel û şervanên Rojavayê Kurdistanê meşên girseyî werin lidarxistin.
 
Ev biryar jî di demekê de ye ku duh li Silêmaniyê ji bo piştgiriya Rojava çendîn çalakiyên hunerî û werzîşî hatin lidarxistin.
 
Hemû amadekarî ji bo beşdarbûna xwepêşandan û çalakiyên girseyî yên roja Înê yên bi armanca piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hatine kirin.
 
Li gor biryara organîzerên çalakiyên girseyî, wê roja Înê di saet 14:00’an de li hemû deverên Başûrê Kurdistanê çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedana rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê dest bi çalakiyan were kirin.