Karwana gel gihişt Selanîkê
- 23:48 27 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Karwana Gel ku gihîşt Selanîkê, dê sibê bê sînorê Tirkiyeyê.
RiseUp4Rojava (Ji bo Rojava Rabe), komek ji kolektîfên şoreşger ên ku ji bo nîşandana hevgirtina bi Şoreşa Rojavayê re hat avakirin, rêwîtiya xwe ya ber bi Rojavayê ve didomîne. Karwana Gel ku ji Ewropayê ji bo berfirehkirina hevgirtina navneteweyî bi Rojavayê re hat avakirin, gihîşt bajarê Selanîkê yê Yewnanistanê. Çalakvanên Kurd ên ku li ber deriyê bajêr pêşwaziya karwanê kirin, bi beşdaran re ber bi navenda bajêr ve çûn. Li wir, çalakvanên Karwana Gel û gelê Kurd bi girseyî hatin pêşwazîkirin û dest bi meşa xwe kirin.
Meşa ku bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Rojava" heta ku çalakvan gihîştin cihê xwe yê mayînê berdewam kir, veguherî mîtîngekê. Di daxuyaniyê de ku li ser navê Karwana Gel hat dayîn, peyama ku şervan û gelê li Rojavayê li ber xwe didin ne bi tenê ne, hat dayîn. Çalakvanan diyar kirin ku armanca wan şikandina dorpêça li ser Rojavayê ye û ragihandin ku ew ê sibê ber bi sînorê Tirkiyeyê ve biçin.







