‘Rojava berxwedan e’

  • 18:16 27 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Kurdistanê welatiyên ku derketin kolanan gotin: “Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye nayê teslîmgirtin.”
 
Li gelek bajarên Kurdistanê welatiyên ku derketin kolanan daxwaza rakirina dorpêça li ser Kobanê kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.
 
Amed
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê nobeda ku duh li Qada Şêx Seîd dabû destpêkirin îro jî berdewam kir. Îro bi beşdariya TUAY-DER’ê, tevî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî gelek welatî beşdar bûn. Di nobedê de bi domdarî dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” hate berzkirin.
 
Welatî û nûnerên saziyan di nobedê de axivîn, bertek nîşanî êrişen li ser Rojava dan û banga piştgiriyê kirin.
 
Nobeda ku dê her roj bi pêşengiya saziyekî de bê lidarxistin, sibe dê bi pêşengiya Şaxa Komelaya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ve bê lidarxistin.
 
Sêrt
 
Li navçeya Dihê ya Sirtê li dijî êrişên HTŞ-DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li ser Rojava meş hate lidarxistin. Meşa ku li ber Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Dihê hate destpêkirin li Meydana Cumhuriyetê bi dawî bû. Di meşê de bi domdarî dirûşmên “Xedîderketina Rojava, xwedîderketina mirovahiyê ye”, “Rojava rûmeta me ye”, “Biji berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
 
Piştî meşê Parlamenterê DEM Partiyê yê Sêrrê Sebahat Erdogan Saritaş ji girseyê re axaftinek kir.
 
Xarpêt
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Xarpêtê, li dijî HTŞ-DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li ser Rojava li navçeya Depê daxuyaniyek li dar xist. Di daxuyaniyê bi domdarî “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî biratiya Kurdan” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de Hevseroka DEM Partiyê yê Depê Sema Atalan axivî û parlamentera DEM Partiyê Dêrsimê Ayten Kordu axivî û pişgiriya xwe ya ji bo Rojava anîn ziman. 
 
Çewlîg 
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Çewlîgê li dijî  êrişên li ser Rojava meş li dar xist. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin.
 
Piştî meşê Hevserokê DBP’ê yê Çewlîgê Şevket Kalındamar, li Qada Bajêr axivî û êrişên li ser Rojava şermezar kir.
 
Çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.