Li ber Parlamentoya Îtalyayê ji bo Rojava bangawazî
- 20:09 27 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Romayê, Kurd û komên piştevaniyê yên Îtalyan, li dijî êrîşên li ser Rojava li ber Parlamentoya Îtalyayê çalakiyek li dar xistin û banga parastina hewayî ya Rojava, naskirina statuya Kurdan û vekirina korîdora alîkariya mirovî ya lezgîn kirin.
Di çarçoveya çalakiyên ku li Îtalyayê bi rojan e ji bo piştgiriya Rojava tên meşandin de, li Romayê li ber Parlamentoya Îtalyayê civîneke çapemeniyê ya vekirî û bi beşdarbûneke berfireh hate lidarxistin. Civîna ku Kurd û dostên wan ên Îtalyan beşdar bûn, nêzî du saetan dom kir. Civîna çapemeniyê ji aliyê ajans, kanalên televîzyonê û gelek rojnamegeran ve hate şopandin.
Axaftina destpêkê ya civîna çapemeniyê ji aliyê Buroya Agahdarkirina Kurdistanê ve hate kirin. Di daxuyaniyê de bang li Parlamento, Senato û hikûmeta Îtalyayê hate kirin ku ji bo parastina Rojava ya ji hewayê ve tavilê gav bên avêtin, statuya gelê Kurd bê naskirin û di serî de Kobanê, ji bo Rojava korîdoreke alîkariya mirovî ya lezgîn bê vekirin.
Beşdarên civînê ev bûn: Rêberê Partiya Çep a Îtalyayê Nicola Fratoianni, Seroka berê ya Parlamentoyê û Seroka Komîteya Mafên Mirovan Laura Boldrini, Cîgirê Serokê Koma Parlamentoyê ya Hevpeymaniya Kesk-Çep Marco Grimaldi, Parlamenterê Partiya Demokrat Arturo Scotto, Parlamentera Hevpeymaniya Kesk-Çep Francesca Ghirra, Senator Tino Magni, Şaredarê Herêma VIII. a Romayê Amedeo Ciaccheri û senatorê berê Giovanni Russo Spena.
Beşeke mezin a axivêran bal kişandin ser wê yekê ku têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê nehatiye ji bîr kirin. Hate diyarkirin ku careke din li Reqayê hildana ala DAIŞ'ê sedema fikarên cidî ye û divê hikûmeta Îtalyayê di zûtirîn dem de midaxaleyî pêvajoyê bike.
Her wiha hate destnîşankirin ku Rojava li ser bingeha azadiya jinê hatiye avakirin, têgihiştineke jiyana ekolojîk pêk aniye û mînakeke şênber ya jiyana bi hev re ya gelan e; ji ber vê yekê banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava li hemû gelan hate kirin.
Di civînê de hate ziman ku ji bo di komîsyonên têkiliyên derve yên Parlamento û Senatoyê de li ser mijarê biryar bên girtin, wê di demeke herî nêz de xebat bên destpêkirin. Seroka Komîteya Mafên Mirovan Laura Boldrini jî eşkere kir ku wan ji bo Wezîrê Karên Derve Antonio Tajani nameyek amade kiriye û di nameyê de daxwazên vekirina korîdora alîkariya mirovî ya lezgîn û parastina Rojava cih digirin.
Civîna çapemeniyê piştî ku beşdaran bi hev re dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin, bi dawî bû.







