KNK: Parastina Rojava, parastina tevahiya Kurdistanê ye
- 19:40 22 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di demekê de ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên HTŞ û DAIŞ’ê yên li ser Rojava berdewam dikin, KNK bang li hemû nûnerên partiyên siyasî û saziyên li Belçîkayê kir ku bi lezgînî bicivin.
Dema ku êrîşên li ser Rojava didomin, Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê, yên li Ewropayê û dostên wan piştevaniya xwe ya ji bo berxwedana gel a li Rojava nîşan didin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî li paytexta Belçîka Brukselê banga civîneke lezgîn kir û daxwaz ji hemû partî û saziyan kir ku ji bo Rojava bibin yek deng.
KNK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser berxwedana lehengane û wiha got: “Rewşa li Rojava ji aliyê her kesî ve tê şopandin û bi zelalî tê dîtin. Pêdivî bi vegotina vê rewşa hesas û xeternak heye. Li Rojava şerekî hebûn û nebûnê tê meşandin. Gelê me û hêzên parastinê bi lehengiyeke mezin li ber xwe didin.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat gelê Kurd û dostên wan li ser pêyan in û wiha hate berdewamkirin: “Agirbesteke çar rojî hat ragihandin. Lê tevî vê yekê jî şer ranewestiyaye. Bawerî bi wan nayê; berê jî gotibûn ‘em şer didin sekinandin’ lê nesekinîbû. Her wiha piştî çar rojan tu garantî nehatine dayîn. Divê em bi van gotinan neyên xapandin û xebatên xwe bidomînin. Hemû partî û rêxistin jî ji aliyê xwe ve li dijî vê rewşê dikevin tevgerê. Lê belê bi tenê serê xwe tevgerîn têrê nake.”
KNK’ê daxwaz kir ku hemû saziyên li Ewropayê bi koordînasyon û bi hev re tevbigerin: “Divê em li dijî vê rewşê bi koordîneyî û bi hev re bixebitin. Çi li hundir çi li derve, divê em li dijî vê rewşa xeternak bibin yek deng. Bi taybetî li derveyî welat, divê em çalakiyên xwe li hev bînin û bikaribin bi hev re dîplomasiyeke navneteweyî bimeşînin. Parastina Rojava, parastina tevahiya Kurdistanê ye.”
KNK’ê ji bo 25’ê Rêbendanê saet di 11:00’an de banga civîneke lezgîn kir û wiha got: “Ji bo vê yekê, em plan dikin ku roja Yekşemê, 25.01.2026 saet di 11:00’an de li Belçîkayê, di avahiya navenda KNK’ê ya li Brukselê de civîneke lezgîn pêk bînin. Em hêvî dikin ku nûnerên partî û rêxistinan ji bo beşdariya vê civînê amade bin. Em li benda tevlîbûna we ne.”







