Li Hambûrgê ji bo Rojava xebatên dîplomatîk a jinan
- 21:26 22 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Meclîsa Jinan a Rojbîn û jinên enternasyonal, ji bo balê bikşînin ser êrîşên li ser Rojava dosya pêşkêşî parlementerên Elmanyayê û saziyên çapemeniyê kirin. Nûnerên TJK-E’yê Dusseldorfê jî bi Parlementerê SPD’ê Helge Lindh re hatin ba hev.
Li Hamburgê, endamên Meclisa Jinan a Rojbîn û jinên enternasyonalîst têkildarî êrîşên li ser Rojava dosyayek pêşkêşî parlamenter û saziyên çapemeniyê yên Alman kirin. Dosyaya heft rûpelî ya bi sernavê "Şerê li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û kampanyaya Women Defend Rojava ve hate amadekirin.
Jinan bi sê koman serdana gelek buro û saziyan kirin. Di nav wan de ofîsên parlementerên Parlamentoya Federal a Elmanyayê Falko Drossmann (SPD) û Thorsten de Vries (CDU) yên Hamburgê jî hebûn. Jinên ku bi şêwirmendê Drossmanê re hevdîtin kirin
Jinên aktivîst Anja Flach û hevseroka Meclîsa Gel a Hamburgê Fatma Doğan ku bi şêwirmendê Drossmann re civiyan, rewşa li Rojava vegotin û daxwaza mudaxeleya lezgîn kirin.
Jinan di heman demê de serdana avahiyên saziyên çapemeniyê yên Elman NDR, Bild, Welt, ZDF, Spiegel, Abendblatt, dpa, Zeit û Mopo ên li Hamburgê kirin.
Nûnerên TJK-E’yê Dusseldorfê jî bi Parlementerê SPD’ê Helge Lindh re civiyan. Di hevdîtinê de êrîşên li ser Rojava hatin nîqaşkirin. Ji Lindhê hate xwestin ku di Parlamentoya Federal a Elman de Rojava bikin rojeva xwe û binpêkirinên mafên mirovan di asta navneteweyî de were pê hisandin.
Helge Lindh diyar kir ku ew ji ber civînê kêfxweş e û diyar kir ku geşedanên li Rojava ji nêz ve dişopîne. Lindh diyar kir ku têkoşîna jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê ji bo cîhanê bûye mînak û destnîşan kir ku divê ev berxwedan were piştgirîkirin û xwedî li Rojava were derketin. Hevdîtina ku nêzî du saet dewam kir, bi peyama piştevaniyê bi dawî bû.







