Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava li ser piya ne

  • 18:44 21 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN –  Piştevaniya bi berxwedana Rojava li Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên girseyî didome û peyamên xwedî li derketina Rojava tên dayîn.
 
Li Başûrê Kurdistanê piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê roj bi roj mezin dibe. Ji 7 salî heya 70’ê salî bi rojane daketine qadan û berxwedana Rojava silav dikin. Îro jî gelek navendan çalakiyên piştevaniyê hatin lidarxistin.
 
Xelkê Hewlêrê ji bo Rojava meşiyan
 
Li Hewlêrê jî meşek hate lidarxistin. Bi sedan kesên kombûn bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi berxwedana Rojavayê Kurdistanê re qêriyan. Welatiyan di meşê de ragihandin ku dixwazin Kurdan têk bidin, lê Kurdistan yeke û ticarî jî nabe çar parçe. Welatiyan ragihandin ku wê berxwedana gel ya hemberî dagirkeriyê dewam bike û nabe Herêma Kurdistanê bibe temaşevanê rewşê. Welatiyan banga parastina Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê kirin û dan zanîn ku parastina Rojava parastina nasnameya netewiye.
 
Xelkê Silêmaniyê îro jî li qadan bû
 
Li navenda bajarê Silêmaniyê welatî daketin qadan û bi meşekê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Rojava nîşan da. Di çalakiyê de daxwaz ji aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hate kirin ku xwedî helwest bin û û bal kişandin ser yekîtiya netewî. Hate gotin ku divê dema hestyar de divê hemû beşên Kurdistanê yek deng li dijî êrişên dagirkeriyê bisekinin.
 
Ciwanên navçeya Mexmûr piştgirî da Rojava
 
Komek ciwanên navçeya Mexmûr serdana çalakiya piştgiriya ji bo Berxwedana Rojava li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî kir, piştevaniya xwe ya ji bo gelê Rojava anî ziman. Ciwanan peyamek da û bang li hemû Kurdan kir ku bi yek dengî rabin ser xwe berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê.
 
Şêniyên Qendîlê çalakî li dar xist
 
Şêniyên gundên Herêma Maredû daketin kolanan û piştevaniya berxwedana Rojava kirin. Di çalakiyê de Hevserokê Herêma Maredû Herêz Rezgeyî axivî û destnîşan kir ku ew li vir denge xwe digihînin şêrên Rojavayê Kurdistanê . Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Bimre Dagirkerî’ dawî bû.
 
Şengal ji bo Rojava li ser piya ye
 
Xelkê Şengalê bi biçûk heya mezinan, ji jin heya mêran îro li dijî êrişên qirkirinê yên li ser Rojavayê Kurdistanê rabûn ser piyan.  Gel bi dirûşmên; ‘Berxwedan Jiyane’ û kes nikare Rojava û Şengalê ji hev qut bike, peyama piştgiriyê dan. Civaka Êzidî, îro li navenda Şengalê li ber mekteba Zarîfe Osê kombûn û bi meşeke girseyî êrişên qirkirinê yên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezarkirin û berxwedana Rojava silavkirin.
 
Şêniyên Sengeser û Warmawa ji bo Rojava li qadan bûn
 
Li dijî êrişên qirkirinê yên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriye û Dewleta Tirk ya dagirker ya li ser Rojavayê Kurdistanê şêniyên Sengeser û Warmawa daketin qadan û piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê anî ziman.
 
Ji zanîngehên Başûr piştevaniya berxwedanê kirin
 
Mamosteyên Zanîngeha Dihokê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo Berxwedana Rojava anîn ziman. Di daxuyaniya çalakiyê de hate dayîn hate diyarkirin ku şervan ji bo hemû cîhanê bûne mertal ku rê neda ev komên çete li ser aramiya cîhanê bibe xeterî. Bang li civaka navneteweyî hate kirin ku êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bidin sekinandin û bêdneg nemînin.
 
Xwendekarên Zanîngeha Raperînê dan zanîn ku yekrêziya netewî garantiya serkeftina bi ser dagirkeran de ye. Her wiha gotin: “Rojava nasname û rûmeta me ye.”
 
Xwendevan û mamostayên zanîngeha Helebceyê dijî êrişên çeteyên wê yên li ser Rojavayê Kurdistanê çalakiyek lidarxistin û piştgirî dan berxwedana Rojava.
 
Eşîrên Başûrê Kurdistanê bang kirin
 
Nûnerên eşîrê netewî yên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek çapemeniyê piştgirî dan berxwedana Rojavayê Kurdistanê. Di  daxuyaniyê de hate gotin; “Kurdistan yeke, eger Rojava bikeve metirsiyê, tê wateya ku hemû Kurdistanê ketiye metirsiyê. Lewma divê hemberî metirsiyan yek bin.”