‘Astengkirina JINNEWS’ê nixumandina heqîqetê ye’

  • 20:12 21 Çile 2026
  • Rojane
AMED - Malpera JINNEWS’ê û hesabên wê yên X'ê hatin astengkirin. DFG ku bertek nîşanî astengkirinê da û got: "Ev hewldana nixumandina heqîqetê ye."
 
JINNEWS, ji aliyê Saziya Teknolojiyên Agahiyê û Ragihandinê (BTK) ve careke din hat astengkirin. JINNEWS bi hinceta "parastina ewlehiya neteweyî û pergala cemaweriyê" hat astengkirin.
 
Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG) bertek nîşanî astengkirinê da û got: "Kiryareke din a sansurê li dijî Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS’ê. Piştî êrişên HTŞ'ê yên li ser Rojava, hesabê X'ê yên Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS’ê cara sêyemîn e ku tê astengkirin. Her wiha, malperên her du ajansan bi biryara BTK ya 21'ê Çileya 2025'an hatine astengkirin. Ji aliyê din ve, hesabê X'ê rojnamevan Dogan Cîhan ku li herêma Rojavayê dixebite jî, hat astengkirin. Em vê sansurê wekî hewldaneke ji bo nixumandina heqîqetê dibînin; ev qedexe êrişên li ser azadiya çapemeniyê ne."