PJAK: Divê di Îrana nû derewşa jin û gelan bê zelalkirin
- 15:16 13 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Lijneya Rêveber a PJAK'ê Rivar Abdanan got: "Pirsgirêkên stratejîk û çarenûs taloqî piştî serkeftina têkoşînên gel nayê kirin."
Endamê Lijneya Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rivar Abdanan, der barê pêşketinên li Îranê de daxuyaniyek nivîskî bi sernavê "Projeya Pêşîlêgirtina Ji Nû Ve Avakirina Zordariyê ya Komara Demokratîk a Îranê" weşand. Di daxuyaniyê de bilindbûna têkoşînên sivîl di nav gelê Îranê de di çarçoveya tevgera şoreşger a Jinên Azad de hat destnîşankirin û wiha hat gotin: "Nîqaşên li ser pêşeroja Îranê û veguherîna bo rêziknameyeke nû ya siyasî zêde bûne. Niha, di germahiya serhildanên şoreşgerî yên Çileya 2026'an de, ev nîqaş ketine qonaxeke cidîtir."
Di daxuyaniyê de ku tê de hat destnîşankirin ku çareserkirina pirsgirêkên stratejîk û çarenûs taloqî piştî serkeftina têkoşînên gel nayê kirin, wiha hat gotin: "Ji niha û pê ve, divê em bizanin ku em ji bo Îranê çi celeb pergaleke siyasî dixwazin da ku şûna pergala kevn û kevnar a Komara Îslamî bigire. Divê em diyar bikin ka mafên welatiyan û komên civakî yên cuda di pergaleke wisa de dê çi bin. Rewşa neteweyên cuda yên ku li Îranê dijîn, di nav de Kurd, Lorî, Azerî, Belûcî, Ereb, Gîlak, Faris û komên din ên civakî, di vê pergala nû ya siyasî-qanûnî de dê çawa be? Rewşa jinan dê çawa be? Azadî û maf dê bi kîjan mekanîzmayê werin fermîkirin û garantîkirin? Divê ev û gelek pirsên din ji nû ve werin nirxandin. PJAK dengê azadî, yekîtî û edaletê ye ji bo pêşerojeke geş."







