Di sala 2025’an de li Îranê herî kêm 1,500 kes hatine darvekirind

  • 16:47 1 Çile 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên rêxistina civakî ya bi navê Mafên Mirovan a Îranê (Iran Human Rights-IHR), li Îranê di tevahiya sala 2025’an de 1000 û pêncsed kes hatine darvekirin.
 
Dîrektorê IHR’ê Mahmood Amiry-Moghaddam ku navenda saziyê li Norwecê ye daxuyaniyek da AFP’ê û got: ‘’Tişta ku em bi awayekî teqez dizanin ew e ku hejmara darvekirinan ji  hezar û pêncsed derbas bûye. Ev rekorek e. Ji dawiya salên 1980’yan ve ye yanî zêdetirî 35 salan e hejmara herî bilind ev e.’’
 
Her wiha Amiry-Moghaddam diyar kir ku hê çend sedekên bûyerên darvekirinê yên nehatine piştraskirin hene û anî ziman ku dibe hejmara rastîn gelekî ji ya hatî eşkerekirin zêdetir be.