Zaroka wesayît lê qelibî jiyana xwe ji dest da
- 17:52 24 Kanûn 2025
- Rojane
AGIRÎ – Li navçeya Panosê li baxçeyê dibistanê zaroka 12 salî Medîne Şener ya ku wesayît lê qelibî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Panos a Agiriyê li dibistana Seretayî ya Selahaddîn Eyyubî, malbata xwendekarekî Ş.G ku bi wesayîta xwe li baxçeyê dibistanê manevra kir li zaroka 12 salî Medîne Şener qelibî. Piştî mudaxaleya ekîbên tenduristiyê Medîne Şner rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê. Medîne Şener tevî hemû mudaxaleyan nehat xilaskirin.







