TAJÊ: Wê Jinên Kurd bi tekoşînê tola komkujiyên Parîsê hilînin

  • 13:17 23 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di seyemîn salvegera wê de bi daxuyaniyek nivîskî şehîdên komkujiya Parîsê bibîr anî.
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo seyemîn salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek da. Di şexsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurahîm Kizil de TAJÊ şehîdên komkujiya Parîsê bibîranî û soza domandina tekoşîna wan da.
 
Daxuyaniya TAJÊ bi vê rengî ye;
 
“Em bi boneya salvegera sêyemîn a komkujiya duyemîn a Parîsê, di şexsê şehîd Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdulrahman Kızıl de şehîdên komkujiyên Parîsê bibîr tînin û soza domandina tekoşîna wan didin. Di dîroka tekoşîna azadiya jinê de pêşengên mîna hevrê Evîn Goyî û Sarayan ji bo avakirina jiyaneke azad kedeke bêhempa dan. Me weke jinên Êzidî ev qehremaniya jinên pêşeng û tekoşer ji bona xwe kir çavkaniya rêxistinbûn û xweparastinê. Komkujiya Parîsê ya yekemîn û dûyemîn di encama berjewendiyên siyasî yên hêzên navnetewî û dewleta Tirk de hatin pêk anîn. Di şexsê jinên tekoşer ên mîna Evîn, Sara, Leyla, Fîdan îradeya civaka Kurdistanê bişkînin û siyaseta qirkirinê bibin serî. Lê ev planên wan bi tekoşîna jinan hate vala derxistin. Her êrîşeke li dijî jinên tekoşînvan çêdibe siyasî ye. Komkujiyên Parîsê jî parçeyekê ji vê siyaseta qirker û dijminatiya jinan de bû. Ev êrîş li hemberî jina azad a bi îrade, bi hêz û zane bû. Di heman demê de li dijî mirovahiyê bû.”   
 
‘Wê gelê Kurd komkujiyê jibîr neke’
 
Di daxuyaniya xwe de TAJÊ balkişand ser ne ronîkirina komkujiyan û rûreşiya dewleta Fransayê û wiha got: “Dewleta Fransa heta niha jî hêzên li pişt vê komkujiyê ne eşkere kir û ne jî darizandiye. Hemû cîhanê dît ku destê dewleta Tirk di van komkujiyan de heye. Lê rûxmî vê jî heta niha dewleta Fransayê ji ber berjewendiyên xweyî siyasî yê bi dewleta Tirk re tû gavekî baweriyê bide gelê Kurd neavêtiye. Di dîroka demokrasiya Ewropa de ev komkujiyên Parîsê mîna rûreşiya wan derbasî dîrokê bibin. Wê gelê Kurd û bi taybetî jin vê komkujiyê ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin. Li dijî siyaseta qirker a mêr-dewletê tekoşîna jinê ji her demê zêdetir bi rêxistin kiriye.”
 
‘Em ê heya dawî tekoşîna wan bidomînin’
 
Di dawiya daxuyaniya xwe de TAJÊ soza domandina tekoşîna şehîdên Parîsê û hemû şehîdan da û daxuyanî wiha bidawî kir: “Îro tevgera azadiya jinên Kurd bi saya tekoşîna van rêhevalan di asta cîhanî de hate naskirin û bi felsefeya Jin, Jiyan û Azadî berbelav bûye. Me weke jinên Êzidî piştî fermanê hêviya jiyanê di rêya vê felsefeyê de bi dest xistin û bi ruhê van pêşengan tola fermanê hilanî. Em xwe deyndarê wan û şoreşa wan di oxira wê de têkoşîneke mezin dayî de dibînin. Wê keda wan têkoşînvan û li ber xwe dane timî rêya me ronî bikin. Me bi saya wan pêşengên weke rêheval Evîn, Sara, Fîdan, Leyla, Medya, Berfîn û Şîlanan îro xwe bi rêxistin kiriye û tekoşîna xwebûnê bi dest xistiye. Di dawî de em bang li dewleta Fransayê dikin ku, êdî bila van komkujiyan ronî bike û hesab ji hêz û aliyên destê wan di şehîd xistina van pêşengan de heyî bixwazê. Dîsa em bang li hemû jinên Cîhanê dikin bi felsefeya jin, jiyan, azadî, li dijî qirkirina jinê, komkujiyên Parîsê tekoşînê mezin bikin. Weke jinên Êzidî çawa ku, ev 11 salin em li dijî fermana 74’an tekoşîna azadiyê didin, em soz didin rêheval Evîn, Sara û hevrêyên wan, em ê heta ku ev komkujiyên Parîsê ronî bibin tekoşînê bidomînin.”