Ji Rêberê Gelê Kurd derbarê pirsgirêkên civakî de nirxandin
- 11:55 10 Kanûn 2025
- Rojane
Hate ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd di hevdîtina dawî de bi giranî li ser mijara tundiya li nava civakê, bi taybetî jî tundiya li dijî jinê sekinî ye û destnîşan kiriye ku bi serketina pêvajoyê re ew ê ji bo pêşîgirtina li tundiyê bi qasî deh wezaretan kar bike.
Li gorî nûçeya ku di Ajansa Welat de hat weşandin, Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ragihandiye ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de li ser pirsgirêkên civakî, bi taybetî jî tundiya li nava civakê, tundiya li dijî jinê rawestiya ye. Hate ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya çapemeniyê bûyerên civakî dişopîne û zêdebûna bûyerên di navbera kes, malbat û eşîran de bala wî kişandiye.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye, "Ez pê dihesim ku tundiya di nav civakê de di rewşeke awarte de zêde dibe. Bi taybetî tundiya li hemberî jinan di asteke bilind de ye. Ez bi vê yekê gelekî diêşim."
Li gorî vê yekê, Abdullah Ocalan di hevdîtinê de diyar kiriye ku yek ji mijara herî zêde li ser sekiniye jî tundiya di nav civakê de ye û nirxandinek bi vî rengî kiriye: "Sedemek min a ku ez zêde li ser pêvajoya çareseriyê disekinim jî ew e ku ez bikaribim dest biavêjm van pirsgirêkan û li ser çareseriya wan rawestim. Ku em merheleya yekemîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbas bibin wê dor bê van mijaran jî. Ez soz dikim ku di demek kin de bi qasî deh wezaretan kar bikim. Mijara ez pêşiyê li ser bisekinim jî wê tundiya di nav civakê de be. Divê li hemberî vê mijarê tedbîrên zagonî, civakî, exlaqî û çandî bên girtin."
Têkildarî tiştên demildest bên kirin jî Abdullah Ocalan destpêkê bang li her kesî kir û got, "Ez ji kesên min guhdar dikin re dibêjim ku li hemberî hevdu bi awayek exlaqî dest ji çekan berdin. Divê gotineke ku hevdu biêşînin jî nebêjin hev. Pirsgirêkan bi aqil û axaftinê çareser bikin. Ez tundiya di nav malbatê de, di navbera malbatan de, di navbera eşîran de û di navbera civak û bajar de red dikim, derveyî exlaq dibînim."
Abdullah Ocalan bang li her kesên hestiyar kir ku li hemberî vê tundiyê rol bigirin ser milê xwe û li hemberî vê pirsgirêkê têbikoşin û got "Her kes û hevalên di vê mijarê de dixwazin berpirsyariyê bigirin jî divê meseleyê mîna berpirsyariyek exlaqî bibînin û di asta herî jor de rol bilîzin. Ez vê yekê ji hemû welatparêz, heval û rêhevalan dixwazim. Min berê digot ku em destûr nedin, tenê kesek jî di vê pêvajoyê de jiyana xwe jî dest nede, em serketî ne. Ji bo wê divê dawî li vê tundiya civaka me perçe dike bê berdan û tundî li aliyekê divê gotineke xirab, mirov diêşîne jî neyê gotin."
Li ser berpirsyariya siyasetê ya di vê mijarê de jî Abdullah Ocalan xwestiye ku pêwist e têkoşînek xurt bê meşandin. Abdullah Ocalan sedema vê tundiyê wekî bêrêxistinbûyîn destnîşan kiriye û bal kişandiye ser van xalan: “Min çend caran hişyarî kirin. Divê civak bê rêxistinkirin. Rêxistinbûyîn pêwist e heta yekîneya herî biçûk a civakê bê berfirehkirin. Ev civak ne civakeke bê îhmalkirin e. Têkoşîna herî mezin a demokrasiyê rêxistinkirina gel e."
Abdullah Ocalan di hevdîtinê de balê dikişîne ser rola DEM Partiyê ya di siyaset û rêxistinkirina civakê de û wiha didomîne: “Di merhaleya duyemîn a pêvajoyê de ez ê bi vê mijarê re mijûl bibim. Potansiyeleke mezin a DEM Partiyê heye. Pêwist e ji xwe bawer be. Partiyeke diyarker e. Dixwazî bila tifaqa Cûmhûr dixwazî bila ya Milet bê ser kar bêyî DEM Partiyê nabe. Ji bo vê divê civakê rêxistin bike û ji xwe bawer be. Potansiyela wê li derdora ji sedî 20'an e.”
Li gorî agahiyên Heyeta DEM Partiyê parvekirin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de herî zêde li ser qanûna ji bo entegrasyonê bê derxistin rawestiya ye û ji hemû kes û derdorên demokratîk xwestiye ku berpirsyariyê bigirin û ked bidin.







