ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2025'AN

  • 09:00 5 Kanûn 2025
  • Rojev
 
*"Rasthatina şibandinên rêxistinbûna komun-bajar-kanton meclîsê ya Rojava û meclîsa GAL-CGAZ-ACGAZ yên Zapastîsta ne tesadufin. Berovajî vê hemû hêzên şoreşger ji jor ber bi jêr xwe rêxistin dikin û ev balê dikşîne ser felsefeya azadbûnê. Tecrubeya Zapatîsta dengê xwe yê bi hêvî digihîne me. Berovajî esasgirtina desthiatldariya dewletê ya tevgerên sosyalîst yên klasîk, Zapatîstayî bi nêzîkatiya ‘ne bidestxistina deshtilatdariyê, avakirina jiyanê’ tevdigerin." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Cigira Hevserokatiya Giştî ya ji Kedê Berpirs a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevtap Akdag da zanîn ku butçeya 2026’an a Tirkiyeyê beşeke wê ya mezin ji şer re hatiye veqetandin û got avakirina aştiyê ne tiştekî bihaye, divê ji bo pirsgirêkên esas yên civakê rebutçeyek mezin bê veqetandin. BI DÎMEN 
 
*Şebnem Oguz da zanîn ku hevdîtina komîsyonê ya li Îmraliyê, perspektîfa  azadiya Kurd  bi enerjiya damezrîner a tevgera sosyalîst, jin, ked û ekolojiyê re bê gel hev wê pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê vebibe û berovajî vê wê her tim rîska rejîma şer bidome. BI DÎMEN