Cenazeya zarokê winda hat dîtin

  • 20:42 11 Mijdar 2025
  • Rojane
XARPÊT – Zarokê bi navê Veysel Bîlen  ku 6 roj berê ji malê derket û agahî jê nehat girtin cenazeya wî li nêzî tesîsata parzûnkirinê ya riya bejayî ya Çewlîgê hat dîtin.
 
Zarokê bi navê Veysel Bîlen yê 11 salî yê otîzmî di 5’ê Mijdarê de li taxa Gumuşkavak a navçeya Xarpêtê ji malê derket û  agahî jê nehat girtin. Malbatê agahî da ekîbên tenduristî û rizgariyê. Ji bo zarok li bajar seferberiya lêgerînê hat destpêkirin.
 
Di encama lêgerînê de di roja şeşemîn de cenazeya  cenazeya wî li nêzî tesîsata parzûnkirinê ya riya bejayî ya Çewlîgê hat dîtin. Ekîbên hatin cihê bûyerê cenaze birin morgê.
 
Der barê mirina biguman a zarok de lêprisîn hat destpêkirin.