Şîna Sultan Efe bi girseyî hat ziyaretkirin
- 18:20 23 Cotmeh 2025
- Rojane
AMED - Şina endama YJA Starê Sultan Ete ku li navçeya Bismilê ya Amedê hatibû danîn, bi girseyî hat ziyaretkirin.
Ji bo endama YJA Starê Sultan Eteyê (Sila Tolhildan) ku di 25’ê Mijdara 2022’yan de li Zapê jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Gundikê yê navçeya Bismilê ya Amedê şîn hate danîn. Gelek kes bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) çûn serdana şînê. Girse, ji Artûk Petrolê heta Mala Şînê ya Yenîkoyê meşiya. Di meşê de wêneyên Sûltan Ete û xwişk û birayên wê Muhsîne Ete (Sema Koçer) û Hasan Ete (Koçer Rûstem) ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, hilgirtin. Girseyê di meşê de dirûşma “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Dayika şehîd, dayîka me ye” berz kir.
Hevseroka MEBYA-DER’ê Gurbet Sevîktek Ari, di şînê de axivî û sersaxî ji malbatê xwest. Gurbet Sevîktekê got: "Di şexsê Sila Tolhildanê de hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînim. Di 5’ê Tebaxa 2014’an de heta 25’ê Mijdara 2022’yan Sila Tolhildan ji bo jin, civak û hemû gel têkoşiya.”
Piştre birayê Sûltan Eteyê Halît Ete axivî û got: “Xwişk û birayên min şehîdên Kurdistanê ne” û sersaxî ji gelê Kurd re xwest.
Piştî duayan serdana şînê bi dawî bû. Şîna Sultan Eteyê dê sibe jî bidome.