Îlham Ehmed: Jin ji bo pêşerojek baş bi biryar in

  • 21:11 22 Cotmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Îlham Ehmed ku di civîna çarçoveya pêngava ku Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya dabû destêkirin de axivî, diyar kir ku nenavendîtî projeyeke parçebûnê nîn e, projeya yekbûnê ye û wiha got: “Jin  ji bo pêşerojek baş bi biryarin. Jin wê têkoşîna xwe azadiyê bibiryardarî bidomînin.”
 
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê di çarçoveya pêngava "Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeyeke azad, demokratîk û nenavendî ava bikin" de ku 12’ê Cotmehê dabû destpêkirin, civîneke berfireh ji jinan re li dar xist.
 
Civîn li Hola Werzîşê ya stadyuma bajarê Reqayê bi beşdariya nûnên komîteyên jinan ên saziyên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Kombenda Efrînê ya Civakî û nûnerên partiyên siyasî hat lidarxistin.Di civînê de hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed rewşa siyasî nirxand.
 
‘Sûriye di pêvajoyek girîng de derbas dibe’
 
Îlham Ehmed anî ziman ku Sûriye di dîroka xwe ya siyasî û civakî de ji pêvajoyeke girîng re derbas dibe, divê mafên tevahî pêkhateyên neteweyî û olî werin mîsogerkirin û çareseriyeke siyasî ya demokratîk were dîtin ku nenavendîbûnê, edaleta civakî û wekheviyê pêk bîne.
 
Îlham Ehmed destnîşan kir ku nenavendîtî projeyeke parçebûnê nîn e, mîna ku hinek îdia dikin, lê projeya yekbûyîna hêzan û mîsogerkirina nûnertiya adilane ya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê ye. Her wiha da zanîn ku ezmûnên cîhanê îsbat dikin ku pergalên federal û konfederal û nenavnedîtî rêya pêkanîna pêşketin û îstîqrara siyasî û aborî ye.
 
‘Bi riya çapemeniya civakî şerê derunî tê meşandin’
 
Îlham Ehmed bal kişand ser pirsgirêkên li hemberî jinan û şerê taybet ê li hemberî wan tê meşandin û got: "Bi rêya medyaya dîjîtal şerekî derûnî li hember jinan dimeşînin da ku îradeya wan têk bibin û destkeftiyên wan biçûk bixin. Êrîşên li ser rûmeta jinan û malbatên wan karekî derexlaqî ye. Armanc ew e ku meşa azadiyê ya jinan bidin sekinandin. Lê em jin dê têkoşîna xwe bidomînin û bi zanebûn û israreke mezin li hemberî van êrîşan rabin.  Armanc em bigihêjin lihevkirinên rasteqîn li ser siberoja Sûriyeyê û saziyên rêveberî û leşkerî ku beşdariya rasteqîn a hemû pêkhateyên mîsoger bike. Ger Tirkiye di niyeta xwe ya pêkanîna aştiyê de durist be, Rêveberiya Xweser ji diyalogên re vekirî ye. Em teqez dikin ku îstîqrara Sûriyeyê tê wateya îstîqrara Tirkiye û tevahiya herêmê. Em dixwazin têkiliyên me bi welatên derdorê re li ser esasê aştiyê bin, ne li ser esasê dagirkerî yan dûrxistinê bin."
 
‘Jin di avakirina aştî û pêşerojê de bi israrin’
 
Her wiha Îlham Ehmed got Rêveberiya Xweser, Sûriyeyeke demorkatîk, nenavendî û pirreng dixwaze ku ku mafên jinan û hemû neteweyan tê de werin parastin û wiha bi dawî kir: "Em di wê baweriyê de ne ku aştî û edalet rêya bidawîkrina êşên sûriyeyiyan, bi taybetî yên jinan e. Ji ber ku yên herî zêde ji ber şeran mexdûr bûn, jin in. Tevî vê yekê jin di avakirina aştî û siberojeke baştir ji bo tevahiya Sûriyeyê de, bi israr in."