'Divê azadiya fîzîkî ya serokatiya me pêk bê'

  • 09:03 19 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Jin ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û pêkhatina mafê hêviyê dadikevin qadan û dengê xwe bilind dikin û dibêjin: “Em azadiya serokatiya xwe dixwazin. Wek her tim îro jî em ne şer aştiyê diparêzin.”
 
Di 27’emîn salvegera komploya 9’ê cotmeha 1998’an a li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê gel daketin qadan. Jinên bi armanca pêkhatina azadiya Abdullah Ocalan daketin qadan, ji bo azadiyê û mafê hêviyê dengê xwe bilkind kirin. 
 
Jinan balkişandin ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk û peyama "Daxwaza me aştî û azadî ye."
 
'Em êdî şer naxwazin'
 
Saîme Çîntak destnîşan kir ku Gelê Kurd bi salane bi zext û tundiyê re tê rû hev û got ji bo şer bi dawî be bi salane têdikoşin û wiha anî ziman: “Bi sedan ciwan û zarokên me hatin qetilkirin. Em ji bo zarokên xwe yên şehîd ketine daketin qadan. Em êdî şer naxwazin. Em naxwazin xwîn birêje. Bi hezaran ciwanên me girtî ne. Em ji bo wan têdikoşin. Hêvîdarim demek nêz de ciwanên me ji girtîgehan derkevin. Riya em têde têdikoşin riyeke bi rumet e. Di vê rê de em ne poşman in. Me ji bo têkoşînek bi rûmet kedek mezin da. Hêvîdarim keda me vala dernekeve. Em ji bo Rêber Apo, ji bo Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên nexweş li vir in. Em ji bo aştiyê li vir in. Em jin her tim ji bo aştiyê têdikoşin. Em ne şer aştiyê diparêzin. Em li alî jiyaneke bi rûmet a azad û wekhev in."
 
‘Yekane daxwaz aştiye’
 
Ferah Dîba jî balkişand ser komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxuyakirin ku ji bo komployê protesto bikin daketine qadan û wiha bi lêv kir: “Em di her qada jiyanê de di şopa serokatiya xwe de bûn. Em îro ji bo serokatiya xwe daketin qadan. Lê em bi tundiya polîs re hatin rû hev. Her ku em dibêjin aştî ew di şer de israr dikin. Yekane daxwaza me aştî ye. Lê dewletê li dijî aştiyê dengê şer bilind kir. Bila êdî xwîn nerêje. Bila şer bidawî be. Fêdeya şer ji kesî re tuneye. Em vê dijhiqûqiyê qebûl nakin. Yekane daxwaza me aştî ye.”
 
‘Em ji bo serokatiya xwe li qadan e’
 
Zahîde Îlbars jî wiha vegot: “Em ji bo aştiyê li vir in. Lê ew di tundiyê de israr dikin. Em ji bo aştiyê têdikoşin, em dixwazin ji bo aştiyê bimeşin. Zirara me ji kesî re tuneye. Em ji bo serokatiya xwe li vir in. Bila serokê me azad be. Divê serokê me bê meclîsê. Dayikên Kurd her tim li alî aştiyê bûn. Em hemû aştiyê dixwazin. Em şer naxwazin. Aştiyê dixwazin.”
 
‘Di civakê de nexweşiya herî mezin nîjadperestiye’
 
Bîrgul Uşar jî wiha nêrînên anî ziman: “Bi sedsalane komkujî tên kirin. Em aştî û wekheviyê dixwazin. Li welat aştî, edalet û hiqûq tuneye. Aştî dide jiyîn şer dikuje. Divê ji bo aştiyê her kes bibe yek. Divê em nava aştiyê de bijîn. Divê mirov nemirin, sewal nemirin, tu kes nemire. Bila dayikên tirk, kurd rondikan nebarînin. Di civakê de nexweşiya herî mezin nîjadperestiye. Divê her mirov bi rêgez be. Divê her kes jib o aştiyê bibin yek û pêşî li şer bigirin. Em jiyanek wekhev û aştiyane dixwazin.”