Ciwanên Serhed û Çukurovayê ber bi Amed ve ketin rê

  • 11:25 18 Cotmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Sered û Çukurovayê di çarçoveya meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dê li Amedê bê lidarxistin, bi rê ketin. Ciwanên ber bi Amedê ve bi rê ketin diyar kirin ku her gav, her gotin, her nefes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
 
Platforma Ciwanên Welatparêz, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê bi dirûşma “Bi Rêberê azadiyê ber bi jiyana azad ve” li Amedê meşê li dar bixe. Ciwanên Serhed û Çukurovayê ber bi Amed ve ketin rê.
 
Wan
 
Ciwanên Wanê ku dê tev li vê meşê bibin, ji Wanê bi rê ketin û berê xwe dan Bedlîsê. Ciwan, dê li Bedlîs û Mûşê jî bimeşin û dû re derbasî Amedê bibin. 
 
Beriya ku ciwan bi rê bikevin, li Parka Mûsa Anter ya navçeya Rêya Armûşê kom bûn û daxuyaniyek dan. Ciwanan di daxuyaniyê de pankarta “Şopdarên Rojê wêbistînin tola Rojînê” vekirin û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” û “Ciwan fedaiyên Serok Apo ne” berz kirin. Hevserok û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek kes ji bo piştgiriyê li parkê kom bûn.
 
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Adem Yilmaz, metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser giringiya meşê. Adem Yilmaz, diyar kir ku dîrok dê îro li Amedê wijdana hevpar a gel, careke din bi berxwedanê binivîse. Adem Yilmaz, bi lêv kir ku ev meş ne tenê beşdarbûneke fîzîkî ye, ew meşeke gel a ji bo azadiyê, li dijî polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û dîlgirtinê yên bi dehan salan e û got: “Ev meş ne dengê bêdengiyê ye, lê dengê berxwedanê ye. Ev meş îlankirina îradeyê ye ku ne tenê niha lê di heman demê de teşe dide pêşerojê jî. Îro em diqîrin. Em li sûrên Amedê bi Rêber Apo re dicivin. Ew sûrên kevnar şahidiya dîrok, berxwedan û fedakariya gel kirin. Niha, ew sûr bi banga azadiyê ya ku dilê bi milyonan mirovan dihejîne deng vedidin. Îro, sûrên Amedê ne tenê dîwarekî kevirî ne, ew sembola meşa me ya ber bi azadiyê ve ne, dilê berxwedana me ne.
 
Ew kesên ku îro li vir in damezrînerên pêşerojê ne. Me beden, dil û pêşeroja xwe di vê têkoşînê de daye. Tu gef, zilm, binçavkirin û girtin nikare vîna vî gelî bişkînin. Em ji Wanê bi kevneşopiyeke berxwedanê ya hezar salan a di dilê xwe de bi rê ketin. Li Amedê em ê mil bi mil li gel bajarê azadî û berxwedanê bisekinin. Her gav, her gotin, her nefes ji bo azadiya Rêber Apo ye.”
 
Piştî daxuyaniyê, ciwan bi dirûşmeyên weke “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Ciwan fedaiyên Serok Apo ne” li otobûsan siwar bûn û bi rê 
ketin.
 
Agirî 
 
Li Agiriyê ciwan di saetên serê sibê de li avahiya DEM Partiyê ya bajêr kom bûn, bi erbaneû bi sirûdên "Berxwedan Mazlûm e" û "Serhildan serê çiya" ber bi Amed'ê ve ketin rê.
 
Edene 
 
Ciwan di saetên sibehê de li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Şaredariya Seyhanê ya Edeneyê û Rêxistina Navçeya Yuregîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a li Taxa Kuçukkirim a Ceyhanê kom bûn û ji wir ber bi Amediyê ve ketin rê.