Ji bo Abdullah Ocalan li Reqayê meş

  • 16:09 15 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan, bi sedan şêniyên kantona Reqayê bi meşekê piştgirî da banga "Aştî û Civaka Demokratîk" û daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
 
Yekitiya Jinên ciwan 7’ê Cotmehê pêngavek bi dirûşma "Kom Bibin" dabû destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de îro bi dehan endamên saziyên sivîl, leşkerî û şêniyên Reqayê bi meşekê piştgirî da banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye.
 
Girse ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a berê ber bi Qada Jina Azad a bajarê Reqayê ve meşî.
 
Girseyê li Qada Jina Azad deqeyekê rêz girt. Li wir ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê-Kantona Dêrazorê Nûr El Hesen axivî. Nûr di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û got: "Ji 1999’an ve Rêber Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de têkoşîna xwe û belavkirina ramanên demokratîk di nava gel de didomîne.”
 
Nûr El Hesen destnîşan kir ku jinên ciwan dê têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ve bidomînin û diyar kir ku banga wî ya aştiyê bi azadiya wî ya fîzîkî ve girêdayî ye, divê Tirkiye jî berpirsyariyên xwe li hemberî Abdullah Ocalan bi cih bîne.