Rojnamevan Şîrîn Saîdî hate berdan

  • 16:07 13 Cotmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevana Şîrîn Saîdî ya li Tehranê dijî, ji Girtîgeha Evînê hate berdan.
 
Rojnamevana Şîrîn Saîdî ya li Tehranê dijî, îro ji Girtîgeha Evînê hate berdan. Tevî ku derbarê berdana rojnamevan de tu daxuyaniyek fermi nehat dayîn jî, tê payîn ku di çarçoveya giştînameya efûyê de hatiye berdan.
 
Şîrîn Saîdî ya di 23’yê Kanûna 2023’an de vegeriya Îranê, bi sûcdariya “Li dijî ewlehiya neteweyî lihevkirina veşartî û kombûnê” hatibû girtin û sewqî Girtîgeha Evînê hatibû kirin. Di meha Nisana 2025’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
 
Di dema girtina wê de, Ajansa Mîzanê ya alîgîrê dadweriya Îranê ye, hewl da bi agahiyên nerast îdia bike ku ne di girtîgehê de ye. Lê belê, nerazîbûnên navneteweyî zêde bûn û Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bang li Îranê kir ku Şîrîn Saîdî berde.
 
Şîrîn Saîdî ya di sala 1972’an de ji dayik bûye, mîna rojnamevanek xwedî tercûbeya 28 salan, di dezgehên medyayê yên mîna Hamshahrî, Sarmaye, Tehran Emruz û Shahrvand di warê aboriyê de xebitî.