
TJA ji bo mafê jinên efgan bang kir
- 12:36 22 Îlon 2025
- Rojane
AMED - TJA, di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ser rewşa jinên efqan û bang li raya giştî ya navneteweyî kir û got: "Divê hikûmetên herêmî û saziyên dîplomatîk bi lez û bez mekanîzmayên zext û çavdêriyê yên bi bandor deynin holê da ku jin bikaribin mafên xwe yên bingehîn bi dest bixin."
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi daxuyaniyeke nivîskî a bi sernavê "Dengê jinên Afganî banga hevpar a têkoşîna jinan e!" bal kişand ser zextên li hember jinên efgan û bang li raya giştî ya navneteweyî kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Li Afganistanê, mafê jinan ê jiyanî, perwerde, tenduristî û hebûna giştî bi rêya qedexeyan bi awayekî sîstematîk tê hedefgirtin. Qedexekirina ji zanîngehan, astengkirina gihîştina perwerdehiya bijîşkî, derxistina berhemên nivîskarên jin a ji bernameyên xwendinê, û qedexekirina xuyangkirina giştî ne tenê desteserkirina mafên takekesî lê di heman demê de ya pêşeroja civakî jî ye.
Her çend êrîşên li ser jinan li her erdnîgariyê bi awayên cûda xuya dibin jî, ew di bingeha xwe de hevpar in. Li dijî vê pergala ku jinan ji civak, jiyan û pêşerojeke azad dûr dixe; dengê jinên li Afganistanê berxwedana jinan bilindtir dibe. Her wiha dibe yek ji parçeyekî berxwedana ku ji Rojava heta Amerîkaya Latinî û tevahiya Rojhilata Navîn belav dibe. Qedexeyên ku li ser jinên Afgan tên ferzkirin ne yên rêveberiya herêmî ne; bi heman awayî yên bi têkiliyên mêtingerî, tundiya feraseta mêrperestî û newekheviya desthilatdariyê ve girêdayî ye.
Em wek Tevgera Jinên Azad (TJA) bi hêza ku em ji paradîgmaya xwe digrin ve bi berxwedana xwe ya bi rê ve dibin ve em wek berpirsyariyeke rêgezî û dîrokî dibînin.
Ev banga me ya ji bo navneteweyî ye:
* Neteweyên Yekbûyî û hemû mekanîzmayên navneteweyî yên pêwendîdar divê polîtîkayên qedexeker ên li dijî jinan li Afganistanê hatine pêşxistin wekî sûcek eşkere li dijî mirovahiyê nas bikin û ji bîr nekin ku ew mecbûr in ku li dijî van sûcan biryarên girêdayî bidin.
* Divê hikûmetên herêmî û saziyên dîplomatîk bi lez û bez mekanîzmayên zext û çavdêriyê yên bi bandor deynin holê da ku jin bikaribin mafên xwe yên bingehîn bi dest bixin.
* Berfirehkirina têkoşîna jinan a navneteweyî, bilindkirina dengê xwe, eşkerekirina zîhniyeta serdestiya mêran û gengazkirina jiyaneke azad û wekhev ji bo hemû jinan, berpirsiyariya dîrokî ya me hemûyan e.
Çawa ku jinên li Rojava di têkoşîna azadiyê de li dijî hişmendiya serdestiya mêran pêşengî kirin, berxwedana ku îro li Afganistanê bilind dibe beşek ji heman xeta azadiyê ye, berdewamiya heman sozê ye. Têkoşîna azadiya jinan dê bi bîranînek dîrokî û wêrekiyeke veguherîner ku hem sînoran û hem jî şêweyên desthilatdariyê derbas dike, pêş bikeve û mezin bibe. Em dizanin ku civak bêyî azadiya jinan nikare azad bibe."